Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Kûryeyan, Rapora Mirinên Moto Kûryeyan a 2022yan weşandiye.
Li gorî raporê, li Tirkiyeyê di sala 2022yan de bi kêmanî 58 moto kûrye di dema kar de mirine. Di sala 2021an de ev hejmar 30 bû.
Rapor di encama zanyariyên ku lêkolîneran, dilxwazên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî, aktivîstên zarokparêz, mafparêz, parêzer, pisporên medyaya civakî û ekîbeke li qadê kûryetiyê dikin berhev kirine, hatiye amadekirin.
Li gorî raporê, temenên piraniya kuryeyên ku mirina di navbera 19 û 50î de ye, 7 zarok ku 4 jê 17 salî ne, 26 kesên ku temenê wan di navbera 19-27an de, 22 kesên ku temenê wan di navbera 28 û 50î de, kesekî ku temenê wî 58 e mirine.
Rêjeya mirina moto kûryeyan, bêhtir di nava ciwanan de zêde ye ku xwendevanên zanîngehan in û temenê wan di navbera 19-27an de ye.
Raporê diyar kiriye ku moto kûrye herî zêde di mehên havînê (hezîran, tîrmeh û tebax) û mehên payîzê (îlon, çiriya pêşiyê, çiriya paşiyê) de mirine.
Her çend îstatîstîk nebin jî, komeke zêde ji moto kûryeyan di mehên zivistanê de kar nakin lê di mehên havîn û payîzê de kar dikin. Ango komeke zêde ji wan vî karî demkî dikin. Gelek kes hene ku karê wan ê esasî ne kûryetî ye yan jî li gel karên xwe yên din karê kûryetiyê jî dikin. Her weha gelek xwendekar di hin demsalan de rojê çend saetan vî karî dikin. Ev kesên ku bi vî rengî kar dikin, tedbîrên ewlehiya karî zêde nastînin. (TY/FD)