Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
2 hezar û 393 welatî û 76 saziyan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û xwestiye ku biryara destdanîna li ser hesabên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên alîkariya xezîneyê, betal bibe.
Di daxuyaniyê de welatiyan û saziyan diyar kiriye ku ji ber biryarê ew metirsîdar in.
“Le bendî encama dozê neman”
Kes û saziyên navborî xwestiye ku biryara navborî betal bibe:
“Di doza girtinê ya bi zext û zora AKP-MHPyê hatiye vekirin de, di encama zext û zora aşkere û vekirî ya li ser dadgehê de niha jî fişar li ser hemû pêvajoyên hiqûqî tên kirin û bêyî li bendî encama dozê bisekinin, heta bêyî li bendî parastinê bisekinin biryarek hatiye dayîn ku di encamê de wê HDP nikaribe xebatên xwe yên siyasî birêve bibe, nikaribe kampanyeya xwe ya hilbijartinê bike.
Ev biryara Dadgeha Bilind wê tenê nebe sedema ku HDP bi rengekî paşwendî bikeve hilbijartinê, her weha wê bi vê re mafê hemû dengdêran ê hilbijartina serbixwe û bi azadî û yê zanyarîwergirtina ji bo vê jî bê binpêkirin. Zelal e ku hilbijartineke bi vê biryarê re hatiye astengkirin, wê ne hilbijartineke li gorî rêgeza wekheviyê be û ne adil û demokratîk be.
Ji hilbijartina dawî heta niha gelek pêkanînên giran ên îdarî û darazî li dijî HDPyê tên kirin û herî dawî vê biryarê re xeyalên me yên ew kesên girêdayî demokrasiyê ne, şikandiye.
Bi vê belavokê re em radigihînin ku em li aliyê demokrasiyê û rêgezên hiqûqa navnetewî ne, em bang li civakê dikin ku xwedî li mafên xwe yên hilbijartin û hilbijirînê derkevin û li dijî vê biryarê derkevin ku midaxeleyî hilbijartineke adil û demokratîk dike.
76 saziyên ku îmzeyên wan li bin belavokê hene ev in:
17+ Elewiyên Jin, Hewldana Nifşê 78an Mêrsîn, Yekîtiya Elewiyên Jin, Amed KESK Kadın, Hewldana Nifşê 78an a Enqereyê, Hewldana Azadiya ji Fikr û Ramanê re ya Enqereyê, Komeleya Leşkerên Mixalefên ên Derbeyên Leşkerî (ADAM-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Avcilarê (Malpera Nûçeyan), Aydın Yeşil Sol Kadın, Aydın Yeşil Sol Parti, Komeleya Yeni Yaşamê ya Batikentê, Rêveberiya Bajarê Amedê ya Sendîkaya Teqawidbûyan a Hevgirtî, Komeleya Piştgiriyê ya Jinan a Bodrûmê, Kolektîfa Avê ya Bûrsayê, Koma Parêzeran a Hemdem, Platforma Demokrasiyê ya Datçayê, Yekîtiya ji bo Demokrasiyê (DIB), Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, Sendîkayên Teqawidbûyên Demokratîk, Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk, Partiya Şoreşgeran, Partiya Şoreşgeran Mûgla, Kolektîfa Tirkiyeyê ya DIEM25ê, Platforma Jinan a Dîkîliyê, Şaxê Çanakkaleyê yê Dîsk Emeklî Senê, Şaxê Denîzliyê yê Dîsk Emeklî Senê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Çandê ya Navçeya Bismilê û yên Gundên wê ya Amedê, Diyarbakır MEBYADER, Komeleya Gundê Toklûcayê ya Farqînê ya Amedê, Platforma Komeleyên Rojhilat-Başûrê Rojhilat (DGD), DSTP, Hewldana li Dijî Sûcê Hizr û Ramanê, Şaxê Êlihê yê Egîtîm Senê, Komeleya Parastin û Xweşkirina Jîngehê ya Gundê Arek Gundê Eskîkavakê Çewlik/Gixî, Şaxê ÎHDyê yê Dîlokê, Şaxê ÎHDyê yê Mêrsînê, Koalîsyona Edaleta Îklîmê, Federasyona Karkerên Koçber a Swîsreyê, Kooperatîfa Jinan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK), Înîsîyatîfa Piştevaniyê ya Qereqoçanê, Komeleya Farqîniyan a Kartalê, Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya Gundên Kaşanliyê, Parêzerên Beşdarbûyî, KODA (Akademiya Piştevaniyê ya Kocaeliyê), Platforma Jinan a Kuşadasiyê, Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran, MEBYADER-Êlih, MÎLAS Nifşên 78an, Platforma Hawirdorê ya Muglayê, Yekîtiya Mulkiyeyiyan, Buroya Hiqûqnasan a Yên Din, Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Gundê Farqînê ya Taşpinarê, Partiya Ji nû ve avakirina Sosyalîst (SYKP), SUP-DDHT (Fransa), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Nifşê 78an a Rihayê, Lijneya Koordînasyona bajêr a Êlihê ya TMMOBê, Lijneya bajêr a Colemêrgê ya TMMOBê, Komîsyona Hiqûqê ya TOPê, Yekîtiya Hemî Teqawidbûyiyan, Tum Emeklîsen, Foruma Çandê ya Tirkiye û Almanyayê, Berxwedana Valîdebagê, Parastina Tora Valîdebagê, Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Didimê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Parêzgeha Îzmîrê Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina Navçeya Mîlasê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Rêxistina bajarê Tokatê ya Partiya Çepgiran a Keskparêziyê, Însiyatîfa Hemwelatiyan.
(AS/FD)