Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bertekên li dijî çêkirina avahiyên luks ên li Newala Qesabayê dewam dikin.
Li gorî qeydên cendirmeyan ji kadroyên pêşeng ên PKKyê Mahsûm Korkmaz (Egîd) jî di nav de 82 kes li Newala Qesaba hatine veşartin. Lê hejmara kesên ku di dema desteserkirinê de hatine kuştin û li vir hatine veşartin ne di nava vê hejmarê de ye.
Ji kesên li vir hatine veşartin yek jê jî ji kadroyên pêşeng ên PKKyê Emîn Sarik e. Sarik ku di sala 1960yî de li gundê Kinaskê yê navçeya Misircê ya Sêrtê hatiye dinyayê, di sala 1963yan de tevî malbata xwe li Êlihê bi cih bûye. Sarik, piştî darbeya leşkerî ya sala 1980yî beşdarî nava PKKyê bûye. Sarik ku bi salan di nava PKKyê de maye, di sala 1985an de di şer de tevî 3 hevalên xwe can daye.
Cenazeyê wî ku li ber çavê dêya wî Merese Sarikê li Newala Qesaba hatiye veşartin, tevî hemû hewldanan jî radestî malbatê nehatiye kirin. Merese Sarik ku ji bo hestiyên kurê xwe wergire bi salan li ber xwe daye, 4 sal beriya niha miriye.
Li gorî nûçeya MAyê, Huseyîn Sarik, birayê Emîn Sarikî, bertek nîşanî çêkirina vîlayên luks daye.
Dayika wî miriye
Sarikî bibîr xistiye ku wê demê Fermandarê Cendirmeyan ê Berwariyê ji bo teşxîskirina cenazeyî gazî bavê wî kiriye:
"Bavê min ji bo teşxîskirina cenaze çû, lê teşxîs nekir. Paşê dêya min çû û ew teşxîs kir. Xwestin cenazeyî werbigirin, lê nedan. Gava ji bo teşxîsê çûn, 20 roj di ser kuştina birayê min û 3 hevalên wî re derbas bûbûn. Dêya min ji me re wiha behsa wê demê dikir; 'Gava em çûn, rayedarên leşkerî di nava xwe de xeber didan. Paşê hatin cem min û gotin ew ê ji bo teşxîskirinê cenaze rê me bidin. Me li wesayîtê siwar kirin û birin Newala Qesaba. 20 roj di ser re derbas bûbûn, lê cenazeyê kurê min û 3 kesên din hê jî nehatibûn veşartin û di wesayîteke leşkerî de bûn. Min Emîn teşxîs kir. Ji bo cenazeyê me bidin, min rica kir ji rayedaran. Lê li ber çavê min li Newala Qesaba erd kolan û cenazeyê her 4 kesan xistin wir.' Dêya min ji bo wergirtina cenaze pir israr kir, lê nedan. Ji wê çaxê ve gelek caran serî lê da, lê bêyî ku cenazeyê kurê xwe veşêre koça dawî kir. Tekane daxwaza wê wergirtina hestiyên kurê wê bû."
"Kîjan wicdan û exlaq?"
Sarikî daye zanîn ku tenê ne gelê Sêrtê, her kesî dizanibû li qada hestî lê ne avahî tên çêkirin: "Gava em ji bo teşxskirina birayê min çûn, ez 11 salî bûm. Bi qasî ku tê bîra min lênûskeke berreş rê me dan û wêneyê birayê min tê de bû. Wê demê gava fermandarê qereqolê sixêf kirin, kalê min kul avêtibû fermandar. Paşê tahde li me kirin. Û dêya min wêneyê birayê min ji wê lênûskê kiribû. Ev wêne, tekane wêneyê birayê min e. Ji wê çaxê heya niha cenaze nedane. Tevahiya gelê Sêrtê dizane ku kûçikekî hestiyên li wir wergirtibûn û li nava Sêrtê geriyabû û cardin ew hestî anîbûn vir. Her kes bi vê dizane, lê dîsa jî li vir vîlayên luks tên çêkirin. Ev çi wijdan û exlaq e?"
Sarikî bibîr xistiye ku niha jî li vê qadê piştî hêwana dawetan, dibistana polîsan û rêya hawirdorê, avahiyên 8 qatî û vîlayên luks ên bihawiz û navendên kirîn û firotinê tên çêkirin: "Wehşeta li hemberî mirovên bêkefen ên li vir hatine veşartin, her diçe zêdetir dibe. Kê ew der dabe ber îmarê û wan avahiyan çêdike, dê li bara hiqûqê hesab bide. Li ser hestiyên mirovan govendgerandin û avjenîkirin wicdanek çawa ye? Hûn ê bi kîjan wicdanî zarokên xwe li vir mezin bikin? 8 meh berê gava em tevî şandeyê û parlementeran çûn wir, ji me re gotin çêkirina avahiyan hatiye sekinandin. Lê niha em dibînin ku bi sedan vîla tên çêkirin. Em bang li malbatan dikin. Em şandeyekê ava bikin û di warê hiqûqî de têbikoşin. Em pêşî li ber vê hovîtiyê bigirin. Em li hemberî kapîtalîzma hov têbikoşin. Ez bang li gelê Sêrtê dikim; li ser gorên zarokên we vîla bên çêkirin hûn ê qebûl bikin? Em xwe têxin dewsa van malbatan." (EMK/FD)