Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokên Komeleya Koçberî û Şopandinê (GOÇÎZDER) jî di nav de derbarê 23 rêveber û endamên komeleyê de doz hatibû vekirin. 2emîn danişîna dozê li 26emîn Dageha Cezayê Giran a Stenbolê ku veguhestine Kampûsa Girtîgeha Sîlîvriyê pêk hatiye.
13 kesên weke girtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûne. Malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên sivîl û rêveberên HDPê dozê şopandine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê heyeta dadgehê bi şertê kontrola edlî hemû girtî serbest berdaye.
Makbûle Altintaş di danişînê de parastina xwe kir û destnîşan kiriye ku tiştek sûc be wan nekiriye û ji tiştên ne tişt sûc hatiye hilberandin.
Mehmet Bogatekîn jî sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekiriye û xwestiye bê berdan.
Zelal Goşkûn a girtî jî anîye ziman ku ji bo wê alîkariya civakî kiriye ew serbilind e û wê demek di xebatên komeleyê de cih girtiye û piştre veqetiyaye.
Piştî beyanên girtîyan qediya, yên negirtî tên darizandin axivîn.
‘Tu delîlên şênber nîne’
Ji parêzerên dozê Serhat Çakmak diyar kiriye ku di dosyeya dozê de agahiyên wek “delîl” hatine berhevkirin li dijî hiqûqê ne û tu delîlek tune ku bê nîşandan ku hîbeyên di çarçoveya projeyê de hatine girtin ji PKKê re hatine şandin. Çakmak da zanîn ku bi awayek bêhiqûqî delîl hatine çêkirin û tu delîlek şênber nîne.
Piştî axaftinan heyeta dadgehê saetek navber daye danişînê.
Piştî navberê serokê dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kiriye. Dadgehê biryar daye ku qedexeya derketina derveyî welêt a derbarê kesên bi awayekî negirtî tên darizandin bidome û parastina 3 kesan jî taloqî danişîna bê kiriye. Hatiye diyarkirin ku dê daxwazên parêzeran ên ji bo şahidan jî piştî hemû parastinan bên nirxandin.
Dadgehê derbarê 13 kesên ku bi awaye girtî tên darizandin jî biryara berdana bi şertê kontrolkirina edlî daye. Kesên li hêwanê jî bi çepikan bersiva vê biryarê dane.
Danişîna bê taloqî 4-5ê Gulanê hatiye kirin.(AS/AY)