Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daye destpêkirin, ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî pêk tê, di roja 10an de dewam kiriye.
Îro parlamenter Fatma Kûrtûlan, Mûrat Sarisaç, Abdûllah Koç, Habîp Eksîk, Erdal Aydemîr, Hûseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Erol Katircioglû, Mahmût Togrûl, Celadet Gaydali, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Îmam Taşçier beşdarî çalakiya nobetgirtinê bûne.
Parlamenterê Îdirê Habîp Eksîk li ber avahiya Wezareta Dadê axiviye û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê bi gotina “rêbazeke ne hiqûqû û ya îşkenceyê” penase kiriye:
“Astengiya herî mezin a li pêşiya pêşeroja gelên Tirkiyeyê û astengiya herî mezin a li pêşiya jiyaneke aştiyane û demokratîk a gelên Tirkiyeyê, tecrîd e. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Abdullah Ocalan girîngtirîn aktor e û di vê mijarê de roleke girîng li xwe digire. Tevî vê yekê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalanî didome. Ev 22 meh in ti agahî ji birêz Ocalanî û girtiyên din nayên girtin. Ev tecrîd li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, peymanên navneteweyî û hiqûqê ye. Mafên însanî û hiqûqî yên birêz Ocalanî tên xespkirin. Nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku hêzên komploya navneteweyî pêk anîn û yên naxwazin aştî were Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, mezintirîn astengiyên li pêşiya rakirina tecrîdê ne. Em baş dizanin ku ev desthilat li gorî fermanên van hêzan tevdigere.
“Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin”
“Bingeha pirsgirêkên ku îro gelên Tirkiyeyê dijîn, neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer e. Navnîşana çareserkirina van pirsgirêkan jî hevdîtinên bi muxatabên pirsgirêkê re ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de mezintirîn û girîngtirîn aktor birêz Ocalan e.
“Hevdîtinên di pêvajoya çareseriyê de bi birêz Ocalanî re hatine kirin, nîşan da ku rêya jiyaneke birûmet, aştiyane û wekhev bi aştî, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê dibe. Ji bo vê jî tekane rê ew e ku muzakere dîsa dest pê bikin û aştî pêk bê. Mîna di pêvajoya çareseriyê de, divê dîsa deriyên Îmraliyê bê vekirin û hevdîtin bên kirin.
“Divê tavilê dawî li pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan bînin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê him pergaleke dijmirovî ye û hem jî rêbazeke îşkenceyê ye. Divê mafên birêz Ocalanî yên îro hatine xespkirin, lê werin vegerandin. Divê di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo azadiya wî ya fîzîkî gav bên avêtin. Mafê hêviyê, yek ji mafên bingehîn e ku yê tevahiya mirovan e. Divê ev maf di çarçoveya mafê azadiya fîzîkî de bê nirxandin. Em li vir dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, dawî li vî sûcî bînin. Dawî li tecrîda ser Girtîgeha Îmraliyê bînin. Bila birêz Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka li ser bingeheke demokratîk, bila muxatab bi hev re hevdîtinan bikin.” (AS/FD)