Fotograf: Economic Times
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Qersê, duh (3yê Kanûna Paşiyê) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandiye û diyar kiriye ku heta 7 rojan çalakî qedexe kirine.
Walîtiyê biryara xwe, beriya merasîmê cenazeyê Abdûrrahman Kizilê ku di 23yê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de li Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kayayî ya Parîsê hatibû kuştin pêk bê, daye.
Walîtiyê di biryara xwe de gotiye, “Bi armanca pêşî li wan çalakiyên provokatîf bigirin ku wê piştgirên rêxistina terorê bikin û aştiya civakî ji holê rakin û aloziyê, ewlehiya netewî û pergala dewletê saz bikin, pêşî li sûcan bigirin, mafên bingehîn û azadiyan û asayîşa giştî biparêzin û pêşî li bûyerên tundkariyê bigirin…” wan ev biryar daye.
Çalakî û bernameyên wê Walîtî û Qaymeqamî bikin, ji derveyî vê biryarê ne.
Merasîma cenazeyên kesên ku li Fransayê hatine kuştin
Cenazeyên Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizilê ku li Navenda Çandê ya Kurdan a Ahmet Kayayî hatibûn kuştin, şandine cihên ku lê jidayik bûne.
Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê, ji bo Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizilî wê sibê li Mûş û Qersê merasîm pêk bên. Perwer wê li navçeya Ewranê ya Mûşê, Kizil jî wê li navçeya Qaxizmana Qersê bê binaxkirin.
Cenazeyê Evîn Goyiyê şandine Mexmûrê lê hîna nehatiye aşkerekirin ku bê ka wê kengî bê binaxkirin. (SD/FD)