Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê ji bo girtiyên nexweş, kal û pîr û kêmendam serbest bibin an jî cezayên wan bên kêmkirin, biryareke nû daye.
Biryarnameya navborî bi îmzeya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî hatiye weşandin û şandine serdozgeriyê. Biryarname ji 8 xalan pêk hatiye û li gorî biryarnameyê, bêyî ku daxwaz hebe, wê rewşa van girtiyan bê lêkolînkirin.
Li gorî Xala 104an a Destûra Bingehîn ev erk di destê Serokomarî de ye. Piştî kar û bar bên destpêkirin, ji bo biryar pêk bê, wê bi rêya Wezaretê bi lez û bez bişînin Serokomariyê.
Ev biryar piştî ku girtiyê nexweş Korgeneralê teqawitbûyî Vûral Avar li girtîgehê mir, hate dayîn. Avad di Doza 28ê Sibatê de dihate dadgehkirin û li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Sîncanê dihate girtin.
Di salekê de 73 girtî mirine
Li gorî rapora ku Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di 29ê Nîsana 2022yan de aşkere kiriye, li girtîgehên Tirkiyeyê, 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş tên girtin.
Li gorî rapora Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê, di navbera 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2021an û 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan bi kêmanî 73 girtî mirine. Hatiye îdiakirin ku 34 ji wan xwe kuştine, 39 ji wan girtiyên nexweş bûn. (HA/FD)