Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Rezana Amedê, polîsên tevgera taybet dema kontrola Agahiyên Giştî (GBT) dikin, welatiyê bi navê Emre Elaltûnterîn derb kirine.
Polîsan li taxa Kaynartepeyê Elaltûnterînî dane rawestandin. Piştî ku Elaltûnterînî gotiye, “ew ji bo nimêjê dereng ketiye” polîsan li wî dane. Dema ku welatiyên taxê tûndkariya polîsan tomar dike, bûyer mezin dibe.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne de tê dîtin ku polîsên ku çekên lûle dirêj hilgirtine, li Emre Elaltunterîn dixin. Li ser pirsa polîs a ku "Tu baweriyê bi çi yê xwe tîne?" welatî bersiv dide û dibêje “Ez bi Xwedê bawer im”. Piştî versivê polîsên din jî tundiyê li Elaltunterîn dikin.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê Elaltunterînê ku rastî tundiya polîsan hatiye, tê desteserkirin û dişîne dadgehê. Dadgeh biryara girtina wî daye û şandiye Girtîgeha Girtî a Amedê. Piştî girtina rojekê serbest hatiye berdan.
Walîtiyê daxuyanî daye û gotiye ku bûyer di 14ê Kanûna Pêşiya 2022an de di saet 18.00an de pêk hatiye û di dema kontrolkirina nasnameyan de di berîka Elaltunterî de kêr hatiye dîtin. Bi domdarî walîtiyê îdia kiriye ku dema polîsan dixwest kêrê jê bistînin, Elaltunterî helwesteke “êrişkar” nîşan daye û li dijî polîsan derketiye. Her weha 2 polîs ji wezîfeyê hatine girtin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
(HA/AY)