Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina pisporê xizmetguzariya civakî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) Bîlal Yildiz û endam û rêvebirên Komeleya Çavdêriya li Koçberiyê (GOÇIZ-DER) wê 4 û 5ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê dewam bike.
Beriya dadgehkirina 22 kesan, TIHVyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye ku Bîlal Yildiz jî tê de 13 ji wan girtî ne. TIHVyê ji mafparêz, aştîxwaz û demokrasîxwazan daxwaza piştgiriyê kiriye.
Bîlal Yildizî jî di nav de polîsan bi ser malên 22 endam û rêvebirên GOÇIZDERê de girtibûn û ji ber lêpirsîna komeleyê, ew desteser kiribûn.
Kesên desteserkirî heşt rojan desteserkirî mabûn û di dema desteserkirinê de îşkence li wan hatibû kirin û rastî kiryarên xirab hatibûn. Piştî roja 8an, ew derengê şevê derxistibûn dadgehê û di 11ê Hezîrana 2022yan de hatibûn girtin.
NY: Bila demildest serbest bikin
Raportên Taybet ên Neteweyên Yekgirtî (NY) daxuyaniyeke nivîskî ya ji 10 rûpelan pêk hatiye, ji rayedarên Tirkiyeê re şandibûn û endîşeyên xwe tê de nivîsandibûn. Raportoran diyar kiribû ku di dema dadgehkirinê de derbarê Bîlal Yildizî de girêdana sedemîtiyê nehatiye çêkirin û ew bi rengekî cidî ditirsin ku xebatên mafparêziyê yên Yildizî bên krîmînalîzekirin û weke ku ev xebatên mafparêziyê û endamtiya rêxistina terorê re yek tişt bin nîşan bidin.
Her weha hatibû diyarkirin ku di dema desteserkirin û girtina Yildizî de îşkence û kiryarên xirab lê hatine kirin û ew di nav şert û mercên li dijî rûmeta mirovan tê girtin û bi vê jî standartên mafên mirovan tên binpêkirin.
Raportora Taybet a Derbarê Rewşa Mafparêzan de ya NYyê Mary Lawlorê jî diyar kiriye ku divê Bîlal Yildiz û kesên di doza GOÇIZDERê de hatine girtin demildest beraet bikin.
"Destûra parastinê nayê dayîn"
Danişîna yekem a dozê di 13-14 û 15ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de li salona Dadgeha 26an a Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatibû. Heyeta dadgehê parêzer derxistibûn ji derve û parêzeran gotibû ku mafê parastinê tê astengkirin. Di danişînê de 4 kes tehliye bûbûn.
THIVê di daxuyaniya xwe de gotiye ku "Bîlal Yildiz, mafparêzekî bibiryar û biîstîkrar e. Salên dirêj e li Nûnertiya Stenbolê ya TIHVyê ji bo dermankirin û rehabîlîtasyona wan, alîkarî dide kesên îşkencebûyî û xizmên wan, ji bo rewşên başbûna civakî kar dike."
Dozger dixwaze bi 15 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin
Dozgerî di îdianameya xwe de xebatên komeleyê weke xebatên "hiyerarşîk ên rêxistinê" nîşan daye û bi tohmeta ku endamên rêxistinê ne xwestiye Hevserokên GOÇIZDERê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan û Alî Koçyîgît, Berkant Yilmaz, Bîlal Yildiz, Demgul Athan, Erhan Ors, Halît Karahan, Ilyas Erdem, Îrfan Hulaku, Îskan Teker, Kiyasettîn Cuheylan, Makbûle Altintaş, Mehmet Baran, Nûrhayat Koçyîgît, Pinar Konak, Ramazan Kirkpinar, Songul Küse, Suleyman Yildiz, Şeref Kaya, Veysî Yildiz û Zelal Coşkûn bi 15 sal cezayê girtîgehê bên cezakirin. Her weha bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" xwestiye Berkan Yilmaz bi 5 sal cezayê girtîgehê bê cezakirin. (EMK/FD)