Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Geliyê Zîlanê ku li Erdîşa Wanê ye di 13ê Tîrmeha 1930an de bi hezaran Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Bendava Koçkopriyê li ser çemê Geliyê Zîlanê hatiye avakirin. Piştî ku ava bendavê kêm bûye di 12ê Kanûna Pêşiya 2022an de gelek hestîyên mirovan derketine holê
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bi pêşengiya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, şaxa Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ên Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê û Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Parastina Berhemên Dîrokî ya Wanê (Çev-Der) di 22ê Kanûna Pêşiyê de çûne herêmê û lêkolîn kiribûn.
Parêzeran piştî lêkolîna li herêmê ji bo hestiyên derketine qeraxê avê bên berhevkirin û lêkolînkirin serî li Serdozgeriya Komarî ya Erdîşê dabûn.
“Bi sedan hestî hatin dîtin”
Rêvebera ÎHDa Wanê parêzer Jiyan Ozkaplan bi bîr xistiye ku ew bûyerê ji çapemeniyê hîn bûne û piştre çûne herêmê lêkolîn pêk anîne û wiha gotiye: “Li derûdora Geliyê Zîlan gelek gund û Bendava Koçkopru heye. Hestî li vê qadê derketine holê. Me wek şandeyek ji 6 kesan pêk dihat çûn qadê. Hestiyên ku derketine holê li ber çavan e. Gelek hestî hebûn. Bi sedan hestî hebûn. Me hin wêne û vîdeo kişandin.”
“Lêpirsîn nîne”
Ozkaplan daye zanîn ku hestiyên derketine holê yên mirovan bûne û wiha axivî: “Hestiyên derketine holê aydê serî, çene, pişta mirovan e. Piştî me hestiyan tomar kir, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da û daxwaznameya gilîkirinê pêşkêş kir. Me bi ozgeriyê re hevdîtinek jî pêk anî. Me di hevdîtinê de rewşê vegot û wêneyên me girtibûn nîşan da. Me got divê ku ev hestî hildin bin parastinê. Çimkî em nizanin ku hestî aydê kê ne. Me di 22’yê kanûnê de serî li dozgeriyê da lê me hê jî tu bersivek negirtiye. Hestî jî hê li qadê ne. Halbûkî beriya em serlêdanê bikin divê ku dozgeriyê lêpirsîna resen bida destpêkirin. Lê belê li şûna dozgeriyê em dikevin tevgerê. Tevî ku bi ser serlêdana me re du hefte derbas bûne jî li herêmê ne lêpirsîn an jî ne tevdîr nehatine girtin. Em her tim bi rewşên wiha re rûbirû dimînin. Ev rewş nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor neyê destpêkirin û her ku ev wisa bidome dê rewşên kêfî jî zêdetir bibin.”
“HDPê mijar li parlamentoyê kiriye rojev”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê û Parlamenterê HDPê Tayyîp Temel jî mijara hestiyên li parlamentoyê kiriye rojev. Temel têkildarî hestiyan pêşniyaznameya lêkolînê dabû Meclisê û bi bîr xistibû ku li herêmê Komkujiya Geliyê Zîlan qewimî ye û hestiyên li herêmê derketine holê demildest bên lêkolînkirin.
Qetlîama ZîlanêQetlîam di 13ê Tîrmeha 1930î de destpê kiriye û di encamê de 5 hezar gundî hatine kuştin û 44 gund hatine tunekirin. Rojnameya Cumhuriyetê di 16ê Tîrmeha 1930î de nûçeyek derbarê qetlîamê de çêkiribû û gotibû: "Li girên Çiyayê Araratê balafirên mi bombebaraneke xurt li dijî rêbiran pêk tîne. Çiyayê Agiriyê her gav di bin teqîn û agirî de dinale. Qertelên hesinî yên tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Newala Zîlanê hetiye ber hevê xwe bi cesedan tijî bûye." Nûçegîhanê nûçeyên taybet ê Rojnameya Cumhuriyetê Yusuf Mazharî di nûçeya xwe de gotibû ku li Newala Zîlanê 15 hezar mirov hatine kuştin. Li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes hatine kuştin. Piştî qetlîamê dest danîbûn li ser mal û milkên gundiyan. Gundiyan di sala 1950yî de ji bo mal û milkên xwe bi şûn de bistînin serî li Dadgeha Asliye Cezayê ya Erdîşê dabûn lê ti encamek bidest nexistibûn. |
(EMK/AY)