Fotograf: Halil İbrahim Sincar / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Mêrdînê wesayita ku xebatkarên walîtî û zanîngehê dibe û tîne, li ser rêya Midyat û Mehsertê qeza kiriye.
Wesayita ku qelibiye, ji rê derketiye û di encamê de 6 kesên di wesayitê de bûn, mirine, 5 kes jî birîndar bûne. 3 ji birîndaran birine nexweşxaneyên li Midyadê, du jî yên li Mêrdînê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên di qezayê de mirine ev in: Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamûran Onen, Abdullah Macît, Yûsûf Tunç û Rûken Adam.
Waliyê Mêrdînê Mahmût Demîrtaşî, gotiye ku kesên mirine, karmendên dewletê ne. Her weha diyar kiriye ku kesên mirine, li Midyatê diman û li navenda Mêrdînê û Mehsertê kar dikirin.
Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê wê lêpirsîna qezayê bike û du dozger wezîfedar kirine.
(HA/FD)