Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bîngehîn sedema biryara têkildarî kuştina Nîhat Kazanhanî aşkere kiriye. Kazanhan di 12 saliya xwe de ji aliye polîs ve hatibû kuştin.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar dabû ku kêmkirina cezê ya "tehrîqa neheq" di kuştina zarokan de nayê sepandin û mafê jiyanî hatiye binpêkirin. Dê ji nû ve doz bê pêkanîn.
Mehmet Emîn Kazanhan, bavê Nîhat Kazanhan biryar dadgehê ji bianetê re nirxandibû û gotibû, “Biryar Nîhat venagerine, lê dîsa jî biryareke erênî ye. Gelek zarokên mîna Nîhat bi neheqî hatin kuştin, dibe ku ev biryar di pêşerojê de rê li ber tiştan weha bigire."
Di sedema biryara ku îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin de Dadgeha Destûra Bingehîn nivîsandiye ku çalakiya “kevir avêtinê” ji ber çi bûye sedema provokasyonê, di biryara dadgeha herêmî de nehatiye diyarkirin. Doza Kazanhanê 12 salî ku ji aliyê polîs ve hatibû kuştin dê ji nû ve pêk were.”
Çi bûbû?
Nîhat Kazanhanê 12 salî di 14ê Çileya 2015an li Cizîrê di encama gulereşana polêsan de hatibû kuştin.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî kuştina Kazanhanî ragihandibû ku ti polêsekî ji wê bûyerê berpirsyar nîne, lêbelê dimenên kameraya polêsan ku di medyayê de hat belavkirin û derketbû holê bû ku Kazanhanî ji hêla polêsan ve hatiye kuştin.
Li ser wê yekê derbarê 4 polêsan de doz hat vekirin. Polêsan di îfadeyên xwe de gotin ku ‘me nediye, nebîhîstiye û em nizanin.’ Piştî rûniştina dozê polêsê bi navê M.N.G hatibû girtin.
(AS/AY)