Fotogra: Can Atalay û Mucella Yapici, di dema danişîna biryardayînê de, Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Daîreya 3yem a Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Stenbolê ango Îstînafê, cezayên ku Dadgeha 13an a Cezayê Giran a Stenbolê di "Doza Geziyê" de birîbû, pesend kiriye. Dadgeha 13an a Cezayê Giran a Stenbolê biryara cezakirinê di 25ê Nîsanê de dabû û bi tohmeta ku "xwestine hikûmetê ji nav bibin" cezayê miebeta girankirî li Osman Kavalayî, 18 sal cezayê giran jî li Mucella Yapici, Çîgdem Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahraman û Yîğît Alî Ekmekçiyî birîbû.
Mater: "Em mafdar in, em baş in"
Çîgdem Materê li ser hesabê Twitterê yê ji bo wê hatiye vekirin, peyamek weşandiye û gotiye, "Dadgeha Îstînafê agirê di dawa xwe de avêtiye ser Dadgeha Bilind. Ez dizanim li Dadgeha Bilind dadwer hene. Em bi aramî û kêfxweşiya xwe ya em ji mafdarbûna xwe digirin, baş in, ez aramî û kêfxweşiyeke bi vî rengî pêşniyarî hemû kesan dikim."
Li dijî biryara Îstînafê, wê parêzer serî li Dadgeha Bilind bidin. (HA/FD)