Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wîllîam M., li Parîs, paytexta Fransayê di 23ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û di encamê de Emîne Kara, Mîr Perwer(Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil kuştîbû. Wîllîam M. Duh derketiye pêşberî dadgehê.
Li gorî nûçeya Euronewsê dozgerê ku lêpirsîna bûyera di 23ê Kanûna Pêşiyê de qewimîye birêve dibe xwestiye gumanbar weke girtî bê darizandin.
Her weha dozger xwestiye ku derbarê Wîllîam M.yê 69 salî de bi sûcê “kuştina sêwirandî, hedefgirtina nijadekê, kuştina bi saîqên nijadperestî, hewldana ji bo kuştinê û peydakirina çeka bêruxset” lêpirsîna edlî were destpêkirin.
Dadgerê lêpirsînê jî bi heman sûcan biryara girtî mayîna gumanbar daye. Her weha heta niha nayê zanîn bê ka gumanbar şandine kîjan girtîgehê.
Li gorî nûçeya Yenî Yaşamê hin komeleyê Kurdan yên li Fransayê ne xwestine derbarê erişkar de ne bi sûcê “nijadperestiyê” bi sûcê “terorê” doz were vekirin.
Her weha li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Fransayê de hatiye weşandin derbarê gumanbarê ku li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî kiribû û 3 kes kuştibû de lêpirsîna fermî hatiye destpêkirin.
Bixwîne- Êrişkar ji klînîka psîkiyatriyê derxistine û dîsa desteser kirine
Bixwîne-Li Parîsê bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kirine
Çi bûbû?
Li Parîs, paytexta Fransayê di 23ê Kanûna Pêşiyê de bi çekan êriş li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kayayî pêk hatibû û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Piştî êrişê gumanbarê ku 69 salî ye hat desteserkirin.
Şahidên bûyerê diyar kirine ku bersûcê Navenda Çandê, xwaringeh û kuaforek kiriye hedef û ji aliyê kesên ku di kûaforê de bûne hatiye girtin.
Wezîrê Navxweyî ê Fransayê Gerald Darmanin gotiye ku gumanbar bi taybetî kesên biyanî kirine hedef.
Hatiye aşkerekirin ku gumanbar di 8ê Kanûna Pêşiya 2021ê de bi şûr êrişî kampeke koçberan a li Parîsê kiriye û bi hewldana kuştinê hatiye sûcdarkirin.
Dozgeran derbarê êrîşê de lêpirsîna kuştinê vekiriye.
Dozgera Parîsê Laure Beccuauyê piştrast kiriye ku gumanbar salek piştî vê êrîşê hatiye berdan.
Nayê zanîn ku ji ber çi gumanbar hatiye berdan.(SD/AY)