Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo astengkirina nobeta edaletê ya li ber Wezareta Edaletê li dijî tecrîdê dabû destpêkirin, li Meclîsê daxuyanî dane.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Tayîp Temel û parlamenter Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Abdullah Koç, Kemal Pekoz, Muazzez Orhan û Celadet Gaydalî beşdarî daxuyaniyê bûne.
Temel di daxuyaniyê de wiha axivîye:
“Îro em bi pêkanînek nû re rûbirû man. Li Deriyê Dîkmenê yê Meclisê bêyî biryareke nivîskî, bi awayekî bêhiqûqî em hatin astengkirin. Nehiştin em biçin ber Wezareta Dadê. Em li vir ji bo protestokirina bêhiqûqî, kêfî û pêkanînên dijhiqûqî li ber xwe didin. Li ser tecrîd û rewşa krîtîk a li Îmraliyê em ê îro li Meclisê daxuyaniya xwe ya berfireh bidin. Hûn dibînin dîmena klasîk a van demên dawî ya Tirkiyeyê. Em ê di vê nobedê de bi israr û biryar bin. Divê her kes vê bizanibe.”
“Tecrîd bûye şêwazê birêvebirina Tirkiyeyê”
Temel destnîşan kiriye ku nêzî hefteyekê ye ji bo bêhiqûqiya li Tirkiyeyê vebêjin û Wezareta Dadê li gorî edalet û hiqûqê tevbigere çalakî li dar dixin û got: “Me îro dîsa fêm kir ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye şiklê rêveberiya Tirkiyeyê. Ev demek dirêje em li vî welatî destnîşan dikin ku pirsgirêk bi rêyên çareserî, diyalog û demokratîk bên çareserkirin. Lê belê ev nêzî du salan e aktorê herî girîng ê çareseriyê tê tecrîdkirin. Du sal in hemû gelên Tirkiyeyê dixwazin parêzer û malbat bi birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bikin û xelk dixwaze hîn bibe li Îmraliyê çi diqewime. 21 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin. Ev bêhiqûqî dike ku polîtîkayên şer li Tirkiyeyê berbelav bibe. Şer û tecrîda îktidara AKP-MHP’ê li ser tevahiya civakê belav bûye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û were mîsogerkirin ku aktorên projeyên çareseriyê biaxivin.”
“Ev polîtîka her roj diqewime. Komkujiya li Parîsê, êrişên li dijî rojavayê, betalkirina parlamenteriya Semra Guzel û hemû êrişên li dijî kurdan encamên polîtîkaya dijminatiya kurdan e. Em ê îro dîsa ji bo banga ku Wezareta Dadê li gorî yasayên xwe tevbigere bikira. Lê em bi tecrîdek nû astengiyek nû re rûbirû man. Bêhiqûq û biryara kêfî ku bi salane em behsa wê dikin vaye li pêş çavê me diqewime, ev cidiyeta dewletê xera kiriye. Em îro dîsa banga xwe li vir pir zelal dibêjin, HDP wê tevî hemû astengiyan bangên xwe bike û têbikoşe.”
“Li Imraliyê tecrîda kêfî dewam dike”
Temel axaftina xwe wiha domandiye: “Bila qanûnên Tirkiyeyê û hiqûqa vê dewletê li ser birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bên sepandin, bila muzakere pêk bên, bila parêzer biçin hevdîtinê. Serdana CPTiyê ya li Îmraliyê hin bêtir guman û fikarên me zêdetir kir. Hem malbat, gelê kurd û hem jî rêxistinên sivîl û rêxistinên mafên mirovan û HDP gelek bi fikar in. Li Îmraliyê tecrîda kêfî didome.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Temel weha bi lêv kiriye: “Em bang li Bozdag dikin. Divê têkildarî hevdîtina parêzeran ya ji bo Îmraliyê daxuyaniyê bide û tişta pêwîst bike. Divê rê li ber hevdîtina parêzeran veke.”(AS/AY)