Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Çalakiya ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî tê sepandin, li ser avahiya Wezareta Dadê dabûn destpêkirin, di roja sêyem de dewam dike.
Mûrat Çepnî, Kemal Bulbul, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Nûran Îmîr, Şevîn Coşkûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Erdal Aydemîr, Saît Dede, Celadet Gaydali û Mûazzez Orhan beşdarî çalakiya îro bûne.
"Tecrît li jî hiqûqa netewî û ya navnetewî ye"
Parlamenterê HDPyê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî li ser navê parlamenteran axiviye û gotiye:
"Nobeta me ya li ber Wezareta Dadê îro di roja sêyem de ye. Em ji vir dixwazin careke din bang li wan kesan bikin ku li ser neçareseriya pirsgirêka kurdan mayîndetiya xwe saz kiriye. Ji bo em daxwazên bi milyonan kurdan û gelên xwe ji Wezaretê û radeyarên hikûmetê re ragihînin, em li vir in.
"Di serî de li dijî rêberê gelê kurd Abdûllah Ocalanî, li Îmraliyê 21 meh in bi temamî tecrîdeke mutleq pêk tînin.Em dixwazin careke din dijhiqûqiya vê tecîdê, dijayetiya wê ya mafên mirovan, dijayetiya wê ya li kar û barên netewî û navnetewî diyar bikin.
"Tecrît, ji bo li wî welatî rizîbûn, rêbaza zilmê dewam bike pêk tê. Hinek kes xwe bi neçareseriya pirsgirêka kurdan xwedî dikin, xwe bi polîtîkayên şerî xwedî dikin. Lê em bang dikin ku behsa vê derewê, şaşiyên vê polîtîkayên rizîbûyî bikin û bibin xwedî helwest." (AS/FD)