Fotograf: Gazetekarınca
Li Parîs, paytexta Fransayê bi çekan êrişî Navenda Çanda Kurd ya Ahmet Kaya kirine.
Li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku li taxa Saint Denisê ya Parîsa Fransayê ye êrişek çekdarî pêk hat. Li gorî nûçeya MAyê, li komeleyê hin kes birîndar bûne. Her wiha tê gotin ku gule li kargehên Kurdan ên li derdora Navendê ne jî hatiye reşandin.
Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketine. Polîsan derdora Navendê girtin û nahêlin ku kes xwe nêzî avahiyê bikin. Ji hundirê Navendê agahî nayên bidestxistin. Tê gotin ku herî kêm 6 welatî birîndar bûne û rewşa sê kesan giran e.
Herwiha Ajansa fermî a Fransayê AFPê jî ragihandiye ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Li gorî medya Fransayê piştî erişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê, zilamekî ku tê texmînkirin temenê wî 70 salî ye, ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê, Rûdaw