Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina hevserok û endamên Komeleya Çavdêriya li Koçberiyê (GOÇIZDER) li Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyê dewam kiriye.
Di dadgehkirinê de danişîna sêyem pêk hatiye ku 17 jê girtî 23 kes tên dadgehkirin.
Heyeta Dadgeha 24an a Cezayê Giran a Stenbolê biryar daye ku Songul Kose û Kamîle Kandal, tevî Veysî Yildiz û Îlyas Erdemê nexweş in, tehliye bibin.
Parêzer derxistine derve
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro parêzer li dijî astengkirina mafên xwe yên parastinê derketine û heyeta dadgehê ew ji salonê derxistine. Cendermeyan bi darê zorê parêzer derxistine û temaşevanan ev rewş bi çepikan protesto kiriye.
Kamîle Kandal axiviye û ji serokê heyeta dadgehê re gotiye ku midaxeleya li parêzer û parastinan, wan mexdûr dike. Kandalê diyar kiriye ku wê derfet nedîtiye bersiva tohmetên li dijî xwe bide û ew dixwaze tevî parêzeran xwe biparêze.
Kesên din ên ku girtî û negirtî tên dadgehkirin, axivîne û xwestine parêzeran bigirin salonê û bila danişîn dewam bike.
Piştî daxwazan serokê heyetê navberek daye danişînê.
Piştî navberê, serokê heyetê destûr daye ku çapemenî, temaşevan û nûnerên weqif û komeleyan bikevin salonê. Lê nehiştiye parêzer bikeve hundir.
Di dawiya danişînê de heyetê biryar daye ku Songul Kose û Kamîle Kandal tevhi Veysî Yildiz û Îlyas Erdemê nexweş in, tehliye bibin.
Dadgehkirin wê 4-5ê Kanûna Paşiyê li Kampusa Girtîgehê ya Sîlîvriyê dewam bike. (AS/FD)