Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Fatîhê, navçeya Stenbolê polîsekî gule bera kesekî bi navê P.G. daye û P.G.yî li nexweşxaneyê can daye.
Li gorî daxuyaniya ku Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê weşandiye, bûyer duh di saet 18.50 deqîqeyan de li derdora Kelata Langayê ya Taxa Katîp Kazimî ya Yenîkapiyê rû daye. Midûriyetê diyar kiriye ku di navbera polîsê bi navê K.A. û P.G. C.K. û B.A.P.yê ku seyên xwe digerandin de nîqaş derketiye.
Midûreyetê îdia kiriye ku seyî êrîşî polîsî kiriye û K.A.yî gule berdaye. Di encamê de gule li P.G.yê di nava komê de bû, ketiye.
Polîs K.A. û herdu kesên din hatine desteserkirin.
Kûçik xistine bin çavdêriye û peyketina hiqûqî û yasayî hatiye destpêkirin.
Li gorî “Rapora Binpêkirina Mafê Jiyanê yên di Encama Bikaranîna Hêza Bêpîvan a Hêzên Ewlehiyê – Ne Mecbûr Bûn ku Bimirin” ya Weqfa Baran Tûrsûnî, “polîsên bersûc, ji ber bi tenê li dijî yasaya qebhetan derketine”, li şûna wan radestî saziyên darazê bikin, “têgehên razber yên mîna ‘pêşbînî, gûmana maqûl û teqdîr’ê li gorî xwe şîrove kirine” û zêdetirî 400 mirovên sivîl li cihê bûyerê kuştine.
(AS/FD)