Ji ber ku li Parlamentoyê axavtina bi kurdî ya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê, Îmam Taşçierî hatiye astengkirin, saziyên zimanî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişandiye li ser astengî û zextên li ser bikaranîna zimanê kurdî û ev rewş weke “kurdkujî û çandkujî” penase kiriye.
Li Civata Giştî ya Parlamentoyê di dema civîna li ser budçeya sala 2023yan de Parlamenterê HDPyê yê Amedê Îmam Taşçier bi kurdî axiviye. Dema wî bi kurdî dest bi axavtina xwe kiriye, Wekîlê Serokê Meclisê Haydar Akarî axaftina Taşçierî di nîvî de qut kiriye û nehiştiye Taşçier bi kurdî biaxive.
Saziyan diyar kiriye ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û yê fermî divê herkes bixebite: “Em ê tu car dest ji wan bernedin. Em ê li dijî her cureyê eriş, pişaftin û qirkirinên li ser wan bisekinin, li her qadê, heta dawiyê ji bo parastin, pêşxistin, serbestî û azadiya wan têbikoşin.”
“Zimanê kurdî li ber xwe dide”
Daxuyaniya saziyan wiha ye:
“Her ziman cîhanek e. Hewldana jiholêrakirina zimanekî hewldana jiholêrakirina cîhanekê ye, ku ev sûcekî herî rûreş û bêbext ê li dijî mirovahiyê ye.
"Zimanê kurdî jî bi serê xwe cîhanek e. Zimanekî herî qedîm û dewlemend ê mirovahiyê ye. Zimanê kurdî ligel hemû pêkanînên cur bi cur ên pişaftin, qedexekirin û êrişên piralî yên bi hezaran sal e, bi taybetî yên sed sal e heta îro hatiye. Îro jî, li her çar milên Kurdistan û cîhanê li ber xwe dide û tê bikaranîn.
“Serdest û desthilatdarên faşîst ên bi salan e bi rê û rêbazên cuda yên hovane dixwazin dîrok, çand, huner, wêje, ziman û hemû nirxên din ên neteweyî yên kurdan bibişivînin, qedexe bikin, tecrîd bikin û ji holê rakin. Bêguman vê yekê herî zêde li ser zimanê kurdî pêk tînin. Ji ber ku serdest û desthilatdar baş dizanin ku zimanê kurdî nirxê bingehîn ê kurdan e û jiholêrakirina kurdî qonaxeke gelek girîng a jiholêrakirina neteweya kurd e. Lê dikin nakin nikarin bi ser bikevin.
“Herî dawiyê parlamenterekî kurd dema ku di parlementoyê de bi kurdî diaxivî axaftina wî hate birîn û pêşî li axaftina wî ya kurdî hat girtin. Ev nêzîkatiya faşizan dixwaze her kes bibe tirk û bi tirkî biaxive, bi tirkî bijî.
“Lê divê baş bê zanîn ku çand, ziman û nirxên me yên neteweyî hebûn, xwebûn, rûmet û nasnameya me kurdan e, nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Em ê tu car dest ji wan bernedin. Em ê li dijî her cureyê eriş, pişaftin û qirkirinên li ser wan bisekinin, li her qadê, heta dawiyê ji bo parastin, pêşxistin, serbestî û azadiya wan têbikoşin.
“Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî”
“Bi vê boneyê em hemû êrişên li ser zimanê kurdî şermezar û nelet dikin. Û wek her car bang û gazî li hemû kurdan û kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in dikin ku li dijî kurdkujî, çandkujî û kurdîkujiyê di asta herî jor de bertekên xwe nîşan bidin û têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî li her qadê bilindtir û firehtir bikin; ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bi giyanê seferberiyê bixebitin, her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, li her derê û her kêliyê bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.
“Dem dema bilindkirina têkoşîna çanda kurdî, zimanê kurdî û nirxên nirxên kurdewar e.”
Saziyên ku daxuyanî dane ev in
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) (Amed), Kovara Destar (Amed), Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî (Êlih), Komeleya Wêjekarên Kurd (Amed), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê (Wan), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê (Îzmîr), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê (Enqere), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê (Semsûr), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê (Cizîr), Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê, Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê , Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê. (FD)