Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwenîşandanên Îranê dewam dikin. Piştî ku "polîsên exlaqparêz" Jîna Mahsa Amînî desteser kiribûn û ew miribe, li Îranê xwenîşandan destpê kiribûn.
Li gorî nûçeyên ajansên navnetewî "Geştî Îrşad" ango saziya "polîsên exlaqparêz" ji nav çûye lê Wezareta Karûbarên Navxweyî hîna derbarê vê mijarê de daxuyaniyek neweşandiye ku "Geştî Îrşad" bi wê ve girêdayî ye.
Kanala televizyonê ya fermî ya dewleta Îranê El Alamê gotiye, "Ti rayeratek ji Komara Îslamî ya Îranê piştrast nekiriye ku Geştî Îrşadê hatiye girtin."
Serdozgerê Komarî yê Îranê Mûhammed Cafer Muntazeriyê ku gotibû "polîsên exlaqparêz" hatiye rakirin, di daxuyaniya xwe de gotibû "Ti otorîteyeke darazê ya li ser polîsên exlaqparêzz nîne." Ajansên nûçeyan ev daxuyaniya wî weşandibûn.
"Ev taktîkeke ku ji bo raperînê bidin sekinandin"
Piştî ku nûçe hatin weşandin, li ser medyaya civakî aktivîstên Îranî derbarê nûçeya navborî de gotine, "Stratejiyeke ku ji bo xwenîşandanan bitefînin pêk tînin."
Aktîvîst Masîh Alînejada ku li DYAyê dijî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî duh (4ê Kanûna Paşiyê) peyamek weşandiye û gotiye, "[Nûçeya] dibêje Komara Îslamî ya Îranê polîsê exlaqparêz girtiye, dezenformasyon e. Taktîkeke ku ji bo raperînê bidin sekinandin."
Rojnameger û pêşkêşkara Îranê Sîma Sabetê jî gotiye, "Polîsê exlaqparêz ê Îranê nehatiye rakirin. Ji bo li seranserê welêt banga protestokirinê tê kirin, di demeke wiha de dereweke ku ji bo xwenîşanderan bixapînin û wan parçe bikin."
Malpera Middle East Mattersê ya xwenîşandanan dişopîne, diyar kiriye ku derbarê jinavbirina "polîsê exlaqparêz" rayedarên polîsan, hikûmetê yan jî parlamentoyê ti daxuyanî nedaye.
Xwenîşanderan banga grevê kiriye
Xwenîşandan ji 16ê Îlonê ango ji roja ku Jîna Amînî hatiye kuştin û niha dewam dikin. Xwenîşander bang kirine û xwestine ku li seranserê welêt sê rojan grevek pêk bê. Her weha daxwaz kirien ku roja çarşemê (7ê Kanûna Paşiyê) li Qada Azadiyê ya Tehranê xwenîşandanek pêk bê.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kiriye ku li 20 bajarên Îranê, piştî banga grevê kepengên dikanan nehatine vekirin. (SD/FD)