Fotograf: Kaos GL
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Kaos GLyê ji bo şopandin û rapornivîsandina sûcên nefretê, sîstemeke nû ava kiriye.
Kaos GL, saziyên civaka sivîl ên endamên Stonewall û ERAyê ne, sîstem li gorî standart û krîterên Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGIT) yên têkildarî mijarê hatiye sazkirin.
Kesên ku ji sûcên nefretkirinê yên li dijî LGBTI+yan hatine kirin, rizgar bûne ango kesên mexdûr dikarin serî li sîstemê bidin û serpêhatiyên xwe ragihînin.
Her weha şahidên sûcên nefretkirinê û saziyên civaka sivîl jî dikarin sîstemê agahdar bikin.
Ji bo zanyarî û datayan li sîstemê bar bikin, bernameyeke taybet a nivîsbariyê û malpereke înternetê hatiye çêkirin. Dema kesên ku data û zanyariyan radigihînin, wê nav, paşnav û tiştên taybet an jî şexsî ji wan neyên xwestin. Ger ev zanyarî li sîstemê bên barkirin jî, wê ev di Rapora Sûcên Nefretkirinê de cih neyên weşandin ku salê carekê wê ev rapor bê weşandin.
Hûnê çawa bikaribin agahiyan bidi?
Ji bo ku tu behsa bûyereke sûcên nefretê ya li dijî te pêk hatiye yan jî tu bûyereke ku tu bûyî şahidê wê ragihîne, bitikîne. Tu dikarî pirsên xwe ji [email protected] re binivîsî. (EMK/FD)