Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mahmût Tat di 22ê Çiriya Paşiyê de li Swêdê hatibû desteserkirin. Swêdê di saetên şeva 3ê Kanûna Pêşiyê de dersînorî Tirkiyeyê kiribûn.
Penaberê Kurd Mahmût Tat ku di sala 2015an de li Dêrsimê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Her weha li Swêdê daxwaza penaberiyê kiribû û Dewleta Swêdê ew radestî Tirkiyeyê kiriye.
Tat ê di 22ê Çiriya Paşiyê de li Swêdê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin, biribûn Molndalê. Tat ê li vir di bin çavan de dihate ragirtin di 3ê şeva Kanûnê de şandine Tirkiyeyê.
Tatî li Miduriyeta Şaxa Polîsan a li Balafirgeha Stenbolê dihat ragirtin, piştî kirariyên wî yên li miduriyeta polîsan xelas bûn, sewqî Dadgeha Gazîosmanpaşayê hatiye kirin.
Cezayê wî yê girtîgehê yê hatibû pejirandin weke hincet hatiye nîşandan, piştî kirariyên wî yên li edliyeyê hatiye girtin û şandine Girtîgeha Metrîsê.(SD/RT/AY)