Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Dr. Omer Faruk Gergerlioglu rapora xwe ya derbarê girtiyên di girtîgehan de mirine eşkere kiriye.
Li gorî raporê di salek dawîn de (1ê Kanûn Pêşiya 2021 – 1ê Kanûna Pêşiya 2022) herî kêm 73 kes di girtîgehan de mirine.
Hatiye îdiakirin ku ji kesên ku mirine jê 34 kesan "xwe kuştine" û 39 jî girtiyên nexweş bûne.
3 jin û 70 mêr di girtîgehan de mirine.
Gergerlîoglû weha gotiye:
“Di navbera 1ê Kanûna Pêşiya 2021an û 1ê Kanûna Pêşiya 2022an de 73 kes mirin e. Jê 34 weke xwe kuştine hatiye aşkerekirin û mirina wan biguman in.” Jê 39 jî mirina girtiyên nexweş in.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)