Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja xwe ya 633an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê ji bo Nobeta Edaletê çûne ber deriyê edliyeyê.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bal kişandiye ser serdana Serokomar Erdogan a ji bo Rihayê û ev peyam parve kiriye: “Tu sozên hilbijartinê ji qêrîna dayikeke ku hevjîn û zarokên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin û 633 roj in li ber deriyê edliyeyê edaletê dixwaze bi bandortir nîne. Hemû gelê Rihayê yê birûmet vê zilmê dişopîne. Erdogan wê li Rihayê bijartinek bike!”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)