Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî hewldanên xwe yên ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re îro daxuyaniyeka nivîskî weşandine.
Serokê PKKê Abdûllah Ocalan ji sibata sala 1999an, HamîlîYildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş jî ji adara sala 2015an heta niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin.
Parêzeran destnîşan kirine û gotine, “Şert û mercên ku miwekîlên me tê de tên ragirtin, li dijî mewzûatên navneteweyî ne û nikarin ji tu mafên xwe sûd bigirin.”
“CPTyê bersiva tu pirsen me neda”
Parêzeran weha gotine:
“Di vê pêvajoyê de ji bo ku fikarên me yên ku tecrîda teqez bûye sedema wan ji holê bên rakirin têkiliya watedar tenê serdana CPTyê ya ku di navbera 20-29ê Ilona 2022an de pêk anîbû ye.
“CPTyê di vê serdana xwe de ya ku mijara wê navendên paşveşandinê bû, li gel ku di plansaziya wê de tunebû jî serdana Îmraliyê jî kiriye. Her çiqas ev serdena CPTyê daxwaza me ya bingehîn be jî, beriya pêkhatina vê serdanê, awayê pêkhatinê û geşedanên piştî pêkhatina serdanê ya bi vî awayî fikarên me hê zêdetir kirine.”
“Ji ber vê yekê CPT bi êrênî nêzî daxwaza me bû û di 13ê Çiriya Pêşiya 2022an de me hevdîtineke rû bi rû pê re kir.”
“Di vê hevdîtinê de, rayedarên CPTyê der barê şert û mercên miwekîlên me de tu agahî nedan û bersiva tu pirsên me jî nedan. Di hevdîtina me ya ku li derdora 45 deqîqeyan domiya de rayedaran ji bo her pirseke me prosedurên ku CPT girêdayî wan e bi bîr xistin û tenê gotin ku ew ê der barê serdana ku pêk anîne de raporekê amade bikin û vê raporê pêşkêşî Tirkiyeyê bikin û encax bi erêkirina Tirkiyeyê re dê bikarin vê raporê bi raya giştî re parve bikin.”
“Serdana CPTyê fikarên me zêdetir kirin”
“Em ji tecrûbeyên xwe yên borî dizanin ku ev prosedûr di navbera salek û salek û nîvê de temam dibe. Encax di rewşeke wiha de ku em nikarin tu agahiyan bigirin, demeke wiha dirêj dê bibe sedema zerarên mezin ku telafiya wan ne pêkan e.” “Helbet, haya me ji hevpeyman û prosedûrên ku CPT girêdayî wan e heye. Lê em vê yekê jî baş dizanin ku, ev rewş ne asteng e ku der barê miwekîlên me yên ku 20 meh in em nikarin agahiyê jê hildin de bên agahdarkirin.”
“Her wiha, bi qasî ku agahiya me jê çêbûye, dema ku CPT di Ilona 2022an de diçe serdana Îmraliyê, birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Mixabin, di hevdîtina me ya bi CPT’yê re berevajiyê vê yekê nehatiye teyîdkirin. Taybetiya sereke ya serdanên CPT’yê ew e ku bi girtiyan re hevdîtinên taybet dike; piştî vê agahiya hatiye ber destê me, serdana CPT’yê rê li ber nîqaşê vekiriye. Ji ber van sedeman, hem serdana dawiyê ya fiîlî ya CPT’yê, hem jî hevdîtina me ya dawiyê ya ku me bi CPTê re pêk anî, li şûna ku fikarên me kêm bike, zêdetir kirine.”
“CPT li gor pêwîstiya nirxên avabûn û hiqûqa navneteweyî ya ku girêdayî wê ye divê der barê serdana Girava Îmraliyê de ku di nava qada rayeya wê de ye agahiyan parve bike. Divêtiyeke hiqûqî ye ku dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtinên birêkûpêk ên em bi miwekîlên xwe re dikin û pêşkeşî CPT’yê dikin werin kirin. Bi heman awayî, ji bo ku em micîdiya rewşê ragihînin û bi armanca ku em daneyên di destê xwe de bi birêz wezîrê dadê re parve bikin, serlêdanên me yên ji bo Wezareta Dadê hene.”
“Ji bo ku serdanên parêzeran pêk bên, serlêdanên me bi rengekî birêkûpêk bênavber ji bo Serdozgeriya Bursayê, Dadgeriya Înfazê û gerînendetiya girtîgehê pêk tên. Di vê çarçoveyê de, li gor pêwîstiya pêkanîna mafên makezagonê û hiqûqa navneteweyî, daxwaz û bergeriya me ya ku divê miwekîlên me demildest bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, saziyên pêwendîdar bersiveke erênî bidin daxwazên me û wek peywira xwe agahiyên pêwîst bidin me, bi awayekî bênavber didomin. Em vê mijarê, bi baweriya ku her kesên alîgira/ê azadî û mafên bingehîn e, ji bo ku ev rewşa nemirovî ji holê rabe dê hestyariya ku hewce dike nîşan bide û şopdarên vê pêvajoyê bin, pêşkêşî raya giştî dikin.”(AS/AY)