Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Jinan ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşînê ya Navnetewî ya li Dijî Tundkariya li Ser Jinan xwestiye li Kadikoya Stenbolê çalakiyekê pêk bîne. Lê Qaymeqamiya Kadikoyê çalakiya jinan qedexe kiriye û polîsan midaxeleyî jinan kiriye.
Polîsan destûr nedaye çalakiya ku Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin û Meclîsên Jinan li Qada Kadikoyê kom bibin. Li ber wan barîkat danîne.
Jinan sloganên "Barîkatan ne li ber jinan li ber kujeran deynin" berz kiriye. Polîsan midaxeleyî wan kiriye û di encamê de bi kêmanî 50 jin desteser kirine.
Herdu saziyên jinan daxuyaniyek weşandiye û tê de gotiye ku "Sekretera me ya giştî Fîdan Ataselîm jî di nav de zêdetirî 40 endamên me hatine desteserkirin. Em ê hevalên xwe ji wan bistînin. Hûnê nikaribin jinan bidin sekinandin."
Tevgera Komunîstan a Tirkiyeyê (TKH) jî bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku Seroka THKyê Aysel Tekerek jî di nav de 23 kes hatine desteserkirin.
Qaymeqamiyê qedexe kiriye
Qaymeqamiyê bi mahneya ku "Wê aştiya navxweyî ya civakî bixe nava xetereyê, di navbera kom/kesên wê bernameyê pêk bînin û welatiyan de dibe bûyerên provokatîf ên devkî û laşî pêk bên, delîl û belgeyên xurt hene ku sazkirina pergala civakî û dewletê, pêşîgirtina li sûckirinê û parastina azadî û mafên kesên din wê bikeve nava xetereyê" çalakî qedexe kiriye. (RT/FD)