Fotograf û vîdeo: Tûgçe Yilmaz-bîanet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endamên Odeya Doktoran a Stenbolê (ÎTO) ku îro li ber PTTya Sirkeci ya Stenbolê hatine cem hev û xwestine ji bo piştevaniyê ji Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Doktorên Tirkan (TTB) re kartan bişîne girtîgehê. Korûr Fincanci di 27ê Çiriya Pêşiyê de hatibû girtin.
Endamên ITOyê piştî ku qertên ku ji bo Fîncancî amade kiribûn şandine, xwestine nameya ku ji Fîncancî re nivîsandine bixwînin; Lê polîsan diyar kir ku dema name bê xwendin ew ê endamên ÎTOyê desteser bikin.
Polîsan ji endamên ITOyê re gotiye vekirina pankartan qedexeye û pêşiyê endamên çapemeniyê bi mertalan ji qadê dûrxistine. Polîsan piştre jî endamên ITOyê bi awayekî çapemenî wan nebine dorpêç kiriye.
Polîsan xebatkarên çapemeniyê asteng kir
Polîsan diyar kirin ku bi ti awayî ew ê destûr nedin nameya hevpar a ji Fîncancî re hatiye nivîsandin were xwendin û ji girseyê xwestin ku bi awayê"du û sê kesî" belav bibin.
Yek ji kesên ewil ji qadê hat derxistin Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn bû.
Her weha polîsan endamên çapemeniyê bêyî hincet nîşan bidin 200-300 metre ji qada ku wê name lê bê xwendin dûrxistin û nehiştin dîmenan bigirin.(TY/AY)