Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Çapemeniya cîhanê bi berdewamî behsa êrîşên asmanî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) yên di 19ê Çiriya Paşiyê li ser Rojavayê û Herêma Kurdistanê pêkaniye dikin.
Rojnameay The Financial Times a Ingilistanê bi sernavê “Jetên Tirkan, piştî êrîşa bibombe ya li Stenbolê, li milîtanên kurd daye” nûçeyek weşandiye û nirxandinên Koordînatorê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê Koşka Spî yê DYAyê Brett McGurkî weşandiye.
McGurk li bajarê Manamayê yê Bahreynê beşdarî konferanseke ewlehiyê bûye û di dema konferansê de axiviye. McGurkî gotiye ku piştî êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê, Washingtonê xwestiye piştî êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê “Piştrast be bê ka aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku rewşa wê gelekî zehmet têk biçe, tişt tên kirin an na.”
McGurkî bi van gotinan dewam kiriye: “Em hewl didin aramiya li wir dewam bikin û tiştekî gelekî aşkere heye, ew jî ev e ku em dixwazin ji ewlehiya sînorî Tirkiyeyê piştrast bin.”
Rojnameya The Financial Timesê di nûçeya xwe de gotiye, “Êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê di saetên şevê de daye destpêkirin û milîtanên kurd ên li Sûriye û Iraqê kirine hedef, rîsk heye ku bibe sedema zêdebûna aloziya herêma aramî lê nîne.”
“Ji bo operasyona bejayî destûr nedane Erdoganî”
Rojnameyê hilbijartinên ku li tê payîn li Tirkiyeyê di Hezîrana 2023yê de pêk bên bibîr xistiye û bi kurtasî şîroveyeke bi vî rengî kiriye:
“Serokomarê Tirkiyeyê Erdoganî îsal her gavê ji bo milîtanên kurd ên li ser sînorî bi şûn de dehf bide, gefên operasyona nû dixwar. Operasyoneke mezin a nû ya li ser Sûriyeyê, dibe beriya hilbijartina wê sala pêş bibe, bibe sedem ku netewperestên tirk bêhtir piştgiriyê bidin hikûmeta Erdoganî.
“Lê Erdoganî ji bo operasyoneke nû ya bejayî destûr ji Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esadî û Rûsya û Îrana ku piştgiriya wî dikin nestend.”
Parlamenterên PEyê bertek nîşan dane
Li hêla din, parlamenterên Parlamentoya Ewropayê (PE) bertek nîşanî operasyona asmanî ya ku Tirkiyeyê li ser Rojavayê û Hikûmeta Kurdistanê kiriye.
Li ser navê Hevgirtina Sor-Kesk a Danîmarkayê Endamê Peyê û Alîkarê Serokê Çepgirên Ewropayê Nikolaj Villumsenî gotiye: “Erîşên tirkan ên l iser Kobanî û bajarên din ên kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê ne tenê hiqûqa navnetewî binpê dikin, aramiya herêma ewle ya mazûbaniyê ji milyonan mirovan re dike têk dibe û têkoşîna li dijî DAIŞê lawaz dike.”
Serokê Delegasyona Peyê yê Partiya Sosyal Demokratan a Awistiryayê û Berdevkê Karûbarên Polîtîkaya Derve yê S&Dyê Andreas Schiederî jî gotiye ku Tirkiyeyê ne tenê êrîşî Kobaniyê her weha êrîşî bajarên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û gotiye "Vê bidin sekinandin:
"Mirovan gelekî xemgîn dike û xetere ye. Tirkiyeyê îşev ne tenê êrîşî Kobaniyê êrîşî bajarên din ên li Rojavayê û Iraqê jî kiriye.
"Bombebarana Tirkiyeyê ya herêmên 'ewle' yên li bakurê Sûriyeyê hemû herêmê dixe nav xetereyê. Em bang dikin ku demildest van êrîşan bidin sekinandin. Bombebarana tund a Tirkiyeyê Kobanî û herêmên Bakur ên Sûriyeyê gûr dike."
Rêkeftina Azadiyê ya Ewropayê (EFA) jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û gotiye: "EFA êrîşên herî dawî li Kobaniyê jî tê de hemû êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdistanê bi tundî şermezar dike.
"Ev êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû herêmê dixe nav xetereyê û têkoşîna li dijî DAIŞê lawaz dike. Divê Ewropa bikeve nava liv û tevgerê."