Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Di 12ê Gulana 2021an de malbata Çalik û Keleş li dijî Malbata Dedeogûllariyî êriş pêkanîbû. Piştî êrişê derbarê 9 kesî de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê pêk hatiye.
Dadgehê 7 caran cezayê muebeta girankirî li kujer Altûnî biriye. Her weha dadgehê tevahî hevkarên sûc yên Altûnî beraet kiriye
Danişîna biryardayînê ya dozê li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hatiye lidarxistin.
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) Esengul Demîr, Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, parlemneterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Kemal Pekgoz û Mûrat Çepbî, parlemneterê CHP'ê Levent Gok tevlî danişînê bûn. Di danişînê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Nûray Ozdogan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz û serokên gelek baroyan jî di danişînê de amade bûne.
Her wiha Çetîn Dedeogûllari ku ji malbata Dedeogûllariyê ew tenê maye jî danişîn şopandiye.
Piştî tespîtkirina nasnameyan belgeyên daxilî nava dosyeyê hatine kirin hatine xwendin û di destpêkê de dozger axivîiye.
Dozger li nêrîna xwe ya berê sûcê "binpêkirina parêzbendiya avahiyê ya bi çek" jî zêde kiriye û ji ber vê serokê dadgehê mafê parastina pêvekî daye bersûcên mudafî û bi dû re jî parêzer axivîne.
Lê ji ber ku daxwaza parêzeran a ji bo berfirehkirina peyketinê ji aliyê şandeya dadgehê ve nehatiye qebûlkirin û dadgehê jî îdia kiriye ku ev daxwaz têkildarî dirêjkirina darizandinê ye, parêzerên malbata Dedeogûllari, bi sedema helwesta dadgehê ne bi niyeta baş e û dijhiqûqî ye daxwaza guhertina dadger kiriye. Şandeya dadgehê li ser vê yekê parêzer ji eywanê derxistine.
Piştî vê dadgehê li salona vala ku parêzer ne lê bûne biryara xwe eşkere kiriye.
Dadgehê li kujer Mehmet Altûnê ku 7 kes ji malbata Dedeogûllariyê qetil kiribû 7 caran cezayê muebeta girankirî birî. Dadgehê derbarê bersûcên din de jî biryara beraetê daye.
Çi bûbû?
Êrişkarên biçek di 30ê Tîrmehê de di saetên êvarê de bi ser mala malbata Dedeoglûyî de girtibûn û 7 kesên ku li malbûne qetilkirine û piştre agir berdabûn malê û revîbûn. Malbata Dedeogûllari li Kolana Hasankoya navçeya Merama Konyayê dijîn.
Bi îxbarkirina kesên derdorê ekîbên agirkujî û gelek polîs hatine cihê bûyerê. Piştî ku agir hatiye vemirandin terme Yaşar Dedeoglû, Barış Dedeoglû, Serpil Dedeoglû, Serap Dedeoglû, İpek Dedeoglû, Metin Dedeoglû û Sibel Dedeoglû ku bi çekan hatine kuştin, dîtine.
Malbata Dedeogûllari 24 sal in di heman kolanê de dijîn û di 12ê Tîrmehê de rastî êrişa komeke nijadperesta 60 kesî hatibûn. Koma nijadperest êriş bi gefên “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bîjîn” pêkanîbû. Di êrişa nijadperest de 4 jê jin 7 kes brîndar bûbûn. Piştî êrişê 10 kesên ku hatibûn girtin serbest mabûn.
Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.
Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.(AEK/AY)