Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkanê 84 salî bi kuştina Serfermandar Bahtiyar Aydinî ku di sala 1993 li navçeya Licêya Amedê hatibû kuştin tê tohmetbarkirin. Ozkan îro derketiye pêşberî dadwer.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê doza wî li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê pêk hatiye û daxwaza serbest mayîna wî dîsa nehatiye qebûlkirin.
Ozkan, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tevî parêzerê xwe Serdar Çelebî bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tev li danişînê bûne. Endama Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) parêzer Mehtap Sert, ji parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê Zelal Demîray, Sevîl Araci û Yakûp Ataş û Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş di danişînê de amade bûne.
Dadgehê daye zanîn ku di rapora Lijneya Îhtîsasa 3emîn a Stenbolê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) de ji bo Ozkan Girtîgeha Tîpa R hatiye pêşniyarkirin lê belê Ozkan bi daxwaza xwe ev pêşniyar red kiriye. Di raporê de tê destnîşankirin ku Ozkan dikare bi tena serê xwe bijî û di girtîgehê de bimîne.
Ozkan: Ez fêm nakim û nabihîsim
Ozkan, xwest li dijî rapora dadgehê biaxive û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê got: “Ez fêm nakim, deng nayê, nabihîsim.”
Parêzer Serdar Çelebî diyar kiriye ku di dosyaya jinûvedarizandinê de ku sala 2014an dest pê kir êdî dixwazin biryarek were dayîn û wiha got: “Doza Liceyê ku li Îzmîrê têkiliya xwe bi miwekîlê min nîne. Miwekîlê min teqez ev sûcdariyên li wî tên kirin, nekirine. Her wiha rapora ATK’ê jî raporeke zanistî nîne. Miwekîlê min nikare bi tena serê xwe sexbêra xwe bike. Miwekîl3e min nikare bo Tîpa R bi tena serê xwe rêwîtiyê bike. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne lewma malbata wî qebûl nekir. Ji ber vê sedemê jî rawestandina înfaza wî tiştekî wijdanî û hiqûqî ye.”
Parêzerên din jî destnîşan kirine ku rapora ATKa Stenbolê ku dibêje; ‘Ozkan dikare di girtîgehê de bimîne” raporeke zanistî nîne. Parêzeran, destnîşan kir ku pêvajoya dêj a darizandinê ku ji 2014’an ve didome, binpêkirina darizandina adilane ye û xwestin ku înfaza Ozkan bê rawestandin.
Dadgehê daxwaza înfazê qebûl nekiriye
Şandeya dadgehê daxwazên ji bo berdana Ozkan red kir û biryar da ku xwe li benda encama Doza Licê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê tê dîtin bigirin. Her wiha dadgehê destnîşan kir ku heke Ozkan pêşniyara çûyîna Girtîgeha Tîpa R qebûl bike, dê ji ATK’ê raporeke nû were standin û danişîna dozê taloqî 28’ê sibatê kir.
Çi bûbû?
Ozkanê 84 salî 27 sal in girtî ye.
Bixwîne - "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be"
Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.
Bixwîne - "Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin"
Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.
Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.
Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.
Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.
Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”
Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. (AS/AY)