Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê serlêdana parlamenterên girtî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îro biryara xwe eşkere kir.
DMMEyê di biryarê de gotiye ku 13 parlamenterên HDPê ji ber armancên siyasî û bi awayekî neheq hatine girtin her weha mafên wan yên xweîfadekirinê û bijartinê hatine binpêkirin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku weke di biryara derbarê Selahattîn Demîrtaşî de girtina wan jî siyasî ye û xala 18emîn hatiye binpêkirin.
Siyasetmedarên ku di serlêdanê de derbarê wan de biryar hatine dayîn ev in: Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken, Besîme Konca, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Selma Irmak, Ferhat Encû, Gulser Yildirim, Nursel Aydogan, Çaglar Demîrel, Ayhan Çelîk, Ayhan Bîlgen û Leyla Bîrlîk.
Hemû jî di hilbijartina 1ê Çiriya Paşiya 2015an de hatibûn hilbijartin û ketibûn Meclîsê, 12 ji wan di operasyona 4ê Çiriya Paşiya 2016an de, yek jî di sala 2017an de hatibû girtin.
“Divê demildest bên berdan”
Parêzer Ramazan Demîr di daxuyaniya xwe ya ji bo bianetê de diyar kir ku ev biryar tê wê wateyê ku wekîlên HDPê bi mebestên siyasî bi telîmatên hikûmetê hatine girtin.
Demîr diyar kir ku piştî biryarên derbarê Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala de Tirkiyeyê cara sêyemîn e li gorî xala 18an hatiye mehkûmkirin. Divê siyasetmedar demildest bên berdan.
“Bi vê biryara DMMEyê operasyona 4ê Çiriya Paşiya 2016an têk çû û derket holê ku bi awayekî hiqûqî ji bo armancên siyasî hatiye kirin. Di biryarnameyê de tê gotin ku axaftinên siyasetmedaran ên li qadên hilbijartinê û hemû gotinên din ên ku pê tên sûcdarkirin di çarçoveya azadiya ramanê de ne.(AS/AY)