Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Yekîtiya Doktorên Almanyayê Dr. Klaus Reinhardt di 27ê Çiriya Pêşiya 2022an de ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re nameyek nivîsandiye, banga serbest berdana Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Doktorên Tirkiyeyê Prof. Dr. Şebnem Korur-Fincanciyê kiriye.
Di nameyê de hatiye diyarkirin ku girtina Dr. Şebnem Korur-Fincanciyê hem li dijî mafê azadiya derbirînê ye hem jî li dijî rêveberiya xweser a komeleya pişeyî ya bijişkan e.
Di nameyê de hatiye bibîrxistin ku doktoran xwe ji bo tenduristiya gel bexşandine û ji ber vê yekê erka her bijîjkî ye ku binpêkirina mafên mirovan ragihîne her weha di nameyê de hatiye destnîşankirin ku nasnameya bijîşkî ya Korur-Fîncanciyê bi parêzvaniya mafên mirovanî bi hev ve girêdayî ne.
Her weha di nameyê de Yekitiya Doktorên Almanyayê, Yekitiya Doktorên Berlîn, Hessen û Hambûrgê, Rêxistina Aştiyê ya Tibî, Komeleya Doktorên Demokratîk, sendîkaya doktor û xwendekarên tibê daxwaza serbest berdana Prof. Dr. Şebnem Korur-Fincanciyê kirine.(AS/AY)