Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beşa 8emîn a periyoda 18emîn danişîna doza Kobaniyê li 22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ye pêk hatiye.
o Di dozê de Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP_ Sebahat Tûncel, Serokê Rûmetê yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya HDPyê jî di nav de, 21 jê girtî 108 kes tên dadgehkirin.
Siyasetmedarên ku li Girtîgeha Sîncanê tên girtin li salona dadgehê amade bûne, her weha siyasetmedarên ku li girtîgehên cuda tên girtin bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tevlî danişînê bûne.
“Ez dixwazim parastina xwe bi zimanê xwe yê dayikê bikim”
Selahettîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) parastina xwe bi kurdî kiriye.
Parastina Demîrtaşî weha ye:
“Ez dixwazim di vê celseyê de parastina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bikim.Berî her tiştî ez hemû hevalên xwe, parêzerên xwe û dostên ji bo piştgiriyê hatine vê salonê, bi dil û can silav dikim.”
“Ez dixwazim derheqê mutaleaya dozger de çend tiştan bibêjim. Ez her car behsa xalekê dikim û ez ê niha jî wê xalê dubare bikim. Ev doz, ev mehkeme ji serî heta binî çalakiyeke polîtîk e. Tu eleqeya vê dozê bi hiqûqê re tune. Ev doz bi temamî ji bo armancên siyasî yên desthilatiyê hatiye vekirin. Ev ne mehkeme û darizandin e. Di vê dozê de misqalek jî hiqûq tune, loma ev ne mehkeme û darizandin e. Ji bo wê ew mutaleaya dozger amade kiriye jî ne mutalea ye, ev mutalea belgeyeke siyasî ye û tê de rastî hatine berovajîkirin.”
“Naveroka mutalayê siyasî ye”
“Ji ber ku naveroka vê mutaleyê siyasî ye, loma helwest û sekna me ya li hemberî wê jî siyasî ye. Em ê vê helwesta xwe berdewam bikin.”
“Armanca vê dozê siyasî ye, dixwazin HDP’ê wek sûcdar nîşan bidin û wek siyasî îzole bikin. Bi vê dozê dixwazin ku AKP-MHP careke din di hilbijartinê de bi ser bikeve.
Lê ji bo ku di vê armanca xwe ya nehiqûqî de bi ser bikevin, di destê wan de tenê ev kûmpas, ev doz tune. Doza girtina HDP’ê jî ji bo heman armancê hatiye vekirin û ew jî dozeke siyasî ye.”
“Lê ji bilî vê jî êrişên mezin û cidî li ser HDP’ê tên meşandin. Dixwazin partiya me parçe bikin, cudahî û nakokiyan di nav partiya me de derxin. Em ji tecrubeyên xwe yên berê jî baş dizanin ku vê yekê bi dek û dolaban dikin. Em armanca wan dizanin, lê em ê li hemberî wê zêdetir li HDP’ê xwedî derkevin, em ê têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê mezin bikin. Li hemberî dek û dolaban, bersiv û helwesta me wê wiha be.
Divê her kes baş bizanibe ku xet û kevneşopiyeke me ya siyasî heye. Em bi wê xetê û bi HDP’ê mezin bûn, em ê bi HDP’ê jî bi ser bikevin.”
“Hûn me bi sedhezaran sal cezayan tehdîd bikin jî, hûn bixwazin heta hetayê me di zindanan de bihêlin jî, em wek HDP’yî ketin zindanan, em ê wek HDP’yî jî ji zindanan derkevin.”
“Em hemû bi dek û dolaban, bi kûmpas û derewan hatin girtin, hemû hevalên me bêsûc in. Ez ne ji bo xwe lê ji bo hevalên xwe xemgîn dibim. Hemû hevalên me ji bo ku şer û pevçûn biqede û aştiyeke civakî bê avakirin, bi salan e têkoşîna xwe ya siyasî dimeşîne. Û hemû hevalên me, bi tenê ji ber fikr û nêrîn û axaftinên xwe wek rehîne hatine girtin.”
“Fikr û nêrîn nayên zîndanîkirin”
“Lê em baş dizanin ku di dîrokê de bi hezaran caran jî derketiye holê, fikr û nêrîn nayên girtin, nayên zindanîkirin. Mesela em ji ber dizî, ruşwet û gendeliyê bihatana girtin, me tiştê ku diziye nikaribû bi xwe re bînin zindanê. Em kujer bûna, me nikaribû sîlehên xwe bi xwe re bînin zindanê. Lê fikr û nêrînên me niha jî bi me re ne û di hindurê serê me de ne. Ew fikr û nêrîn, nayên dîtin, di cîhazên X-Ray de sînyal nadin. Jixwe eger ew sûc bana me nikaribû wan bi xwe re bînin hindur. Çimkî wek min got, ku ew sûc bana me nikaribû wan bînin zindanê.”
“Kes nikare fikr û nêrînên me, prensîbên me ji me bigire. Ji îro şûnde jî kes nikare wan ji me bistîne. Em di fikr û nêrînên xwe de gelek bi biryar in. Çimkî gelê me yê li her aliyê cîhanê jî her ku diçe zêdetir piştgiriya me dike. Me heta niha li gorî gelê xwe, li gorî nirxên gelê xwe têkoşîna xwe meşand, em ê ji îro şûnde jî bi heman rengî têkoşîna xwe bimeşînin.”
“Ji ber van sedema em mutaleayê red dikin, qebûl nakin. Hemû hevalên me yên rehîn demeke dirêj e girtî ne. Girtina wan bi xwe îxlal e, binpêkirina mafan e. Lê niha jî mafê parastinê ya heyeta me kirine 2 roj. Ez vê yekê jî qebûl nakim. Bila hevalên me yek bi yek û bi dor xwe biparêzin, ez ê dawiya dawî parastina xwe bikim. Ez dubare dikim, divê hemû hevalên me bên berdan, bên tehliyekirin. Careke din we bi dil û can silav dikim.”
Doza KobaniyêSerdozgeriya Komarî ya Enqereyê di lêpirsîna derbarê çalakiyên Kobaniyê de biryara desteserkirina 82 kesan dabû. Akademîsyen Cîhan Erdal, Prof. Dr. Beyza Ustun û Can Memîş di 25ê Îlona 2020an de polîsan ew desteser kiribûn. Cîhan Erdal û endamên berê yên Lijneya Rêveberiya Navendî yên HDPyê jî di nav de tevlî 17 kesan di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 2020an de girtibûn. Buroya Lêpirsînên Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo 108 kesan îdianame amade kiribû û Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yan ev îdianame qebûl kiribû. Di îdianameyê de dozgerî 22 jê girtî, 6 jê bi şertê kontrola edlî serbest, ji bo her yek ji 108 kesan 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Biryara zeftkirina 75 kesan dabû. Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê kevn yê HDPyê jî di nava wan kesan de ye ku dozgerî ceza jê re dixwaze. Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22yê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de ji bo Demîrtaşî biryarek dabû û gotibû ku “divê demildest tehliye bikin”. Piştî wê bi heşt rojan, di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de îdianameya navborî amade bûbû. Siyasetmedar hatine tohmetkirin108 kes weke berpirsiyarê wan bûyeran nîşan dane ku di dema navborî de bûne. Ew tohmet wiha ne: Dozgeriyê xwestiye ku bi tohmeta “têkbirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” her yek ji wan carekê, bi tohmeta “kuştina mirovan” her yer 37 caran, bi tohmeta “hewldana kuştina mirovan” her yek 31 caran, bi tohmeta “talankirinê” her yek 24 caran, bi tohmeta “destdanîna ser” her yek 38 caran, “hewldana destdanîna ser” her yek hezar û 750 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malî” her yek 397 caran, bi tohmeta “ziyandana mal û milkên dewletê” her yek hezar û 60 caran, bi tohmeta “bi şewitandinê ziyandana malê dewletê” her yek 503 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan” her yek 53 caran, bi tohmeta “binpêkirina parêzbendiya kargehan a bi şev” her yek 294 caran, bi tohmeta “diziya aşkere ya bi şev” her yek 26 caran, bi tohmeta “diziya aşkere” her yek 20 caran, bi tohmeta “diziyê” her yek 114 caran, bi tohmeta “diziya bi şev” her yek 272 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik” her yek 5 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a bi çekan” her yek 43 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi çekan” her yek 264 caran, bi tohmeta “birîndarkirina sivik a karmendê dewletê a bi zanebûn” her yek 7 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn a karmendê dewletê ya di encama şikandina hestiyî de” her yek carekê, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a bi zanebûn” her yek 78 caran, bi tohmeta “birîndarkirina bi çekan a karmendê dewletê” her yek 51 caran, bi tohmeta “binpêkirina azadiya karî û karkirinê” her yek 3 caran, bi tohmeta “ziyandana îbadetxaneyan” her yek 4 caran, bi tohmeta “bûye sedema jiberçûnê” her yek carek, bi tohmeta “şewitandina alayê” her yek 24 caran, bi tohmeta “mixalefeta li dijî yasaya hejmar 5816ê” her yek 25 caran û bi tohmeta “tehrîkirina sûcî” her yek 25 caran werin cezakirin. Kesên tên dadgehkirinFigen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel, Selahattin Demirtaş, Selma Irmak, Sırrı Süreyya Önder, Gülfer Akkaya, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Ahmet Türk, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Nazmi Gür, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, İbrahim Binici, Ayşe Yağcı, Nezir Çakan, Pervin Oduncu, Meryem Adıbelli, Mesut Bağcık, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Can Memiş, Cihan Erdal, Berfin Özgü Köse, Günay Kubilay, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Emine Beyza Üstün, Mehmet Hatip Dicle, Ertuğrul Kürkçü, Yurdusev Özsökmenler, Arife Köse, Ayfer Kordu, Aynur Aşan, Ayşe Tonğuç, Azime Yılmaz, Bayram Yılmaz, Bergüzar Dumlu, Cemil Bayık, Ceylan Bağrıyanık, Cihan Ekin, Demir Çelik, Duran Kalkan, Elif Yıldırım, Emine Tekas, Emine Temel, Emrullah Cin, Engin Karaaslan, Enver Güngör, Ercan Arslan, Fatma Şenpınar, Fehman Hüseyin, Ferhat Aksu, Filis Arslan, Filiz Duman, Gönül Tepe, Gülseren Törün, Gülten Alataş, Gülüşan Eksen, Gülüzar Tural, Güzel İmecik, Hacire Ateş, Hatice Altınışık, Hülya Oran, İsmail Özden, İsmail Şengül, Kamuran Yüksek, Layika Gültekin, Leyla Söğüt Aydeniz, Mahmut Dora, Mazhar Öztürk, Mazlum Tekdağ, Abdulselam Demirkıran, Mehmet Taş, Mehmet Tören, Menafi Bayazit, Mızgın Arı, Murat Karayılan, Mustafa Karasu, Muzaffer Ayata, Nazlı Taşpınar, Neşe Baltaş, Nihal Ay, Nuriye Kesbir, Remzi Kartal, Rıza Altun, Ruken Karagöz, Sabiha Onar, Sabri Ok, Salih Akdoğan, Salih Müslüm Muhammed, Salman Kurtulan, Sara Aktaş, Sibel Akdeniz, Şenay Oruç, Ünal Ahmet Çelen, Yahya Figan, Yasemin Becerekli, Yusuf Koyuncu, Yüksel Baran, Zeki Çelik, Zeynep Karaman, Zeynep Ölbeci, Zübeyir Aydar. |
(AS/AY)