Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgeha Destûra Bingehîn sedema biryara xwe ya derbarê Cizîrê de aşkere kiriye ku ji ber kesên di navbera Kanûna Pêşiyê ya 2015ê û Adara 2016ê de di dema derketina derve de miribûn, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku ji hêla "binpêkirina mafê azadiya şexsî û ewlehiyê", "binpêkirna mafê serlêdana şexsî", "binpêkirina qedexeya kiryarên xirab, mafê rêzgirtina li jiyana şexsî û jiyana malbatî û azadiya ol û wicdanî" "maf nehatine binpêkirin".
Di biryarê de hatiye bibîrxistin ku Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, tevî Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, B.K. û M.B. di dema qedexeya derketina derve de ango di 9ê Sibata 2016ê de li avahiya hejmar 7ê ya Kolana Nîranê ya li Taxa Cûdiyê can dane û di lêpirsînnameya ji bo kesên can dane de hatiye diyar kirin ku "hewce nake peyketina mijarê bikin."
Di beşa nirxandina biryarê de behsa serlêdana ji bo M.B., B.K., Yasemîn Çakmaz, Serdar Ozbek, Asya Yüksel û Mehmet Tûnçî hatiye kirin ku di serlêdanê de hatibû gotin, ji ber nehatine dermankirin ew mirine û mafên wan hatiye binpêkirin. Dadgehê di biryara xwe de gotiye ku "ev serlêdan nayê qebûlkirin."
Bixwîne - Dadgeha Destûrî: Di jêrzemînên Cizîrê de "Maf nehatine binpêkirin"
"Li gorî hiqûqê hatiye tepeserkirin"
Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de destnîşan kiriye ku "M.B., B.K., Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Asya Yuksel û Mehmet Tûnç di dema pevçûnan de can dane" û "polîs û leşkar ji bo xetereyê beralî bikin tevgeriyane."
Serî li DMMEyê dabûn
Xizmên kesên ku salên 2015 û 2016ê di dema qedexeyan de can dabûn serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û gotibûn ku "Di encama bikaranîna hêzê ya hêzên ewlekariyê de mirin pêk hatiye û lêpirsîneke berfireh derbarê vê bûyera mirinê de nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin."
Derbarê qedexeyên derketina derve de ya li Cizîr, Sûr û Silopyayê, li dijî Tirkiyeyê 34 caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. Bi sedema ku "rêyên serlêdana hiqûqa navxweyî bidawî nebûne", 32 ji van nehatibûn qebûlkirin. DMMEyê du serlêdan qebûl kiribû, ji bo van her du serlêdanan danişîn pêk anîbû lê di encamê de gotibû ku ev serlêdan nayên qebûlkirin û biryar dabû ku li bendî encama Dadgeha Destûra Bingehîn bimînin.
Li Cizîrê çi bûbû?
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 14ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê hîn dema qedexeyên derketina derve berdewam dikir, Efkan Ala, Wezîrê Navxweyî 11ê Sibata 2016ê aşkere kir ku Cizîrê operasyonên dorpêçkirinê bi dawî bûne. Lê qedexeyên li Cizîrê 2yê Adara 2016ê hate aşkerekirin ku wê di saetên êvarê de berdewam bikin. Heta 2yê Adarê ketin û derketina nava bajêr hate qedexekirin.
Piştî li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê qedexe bi dawî bû, 25 jê yê zarokan, cesedê 177 kesan hatin derxistin ku piraniya wan di nava xirbeyên 3 avahiyan de bûn. Nasnameya 103 kesan hate diyarkirin lê 74 kes bêyî ku nasnameyên wan bên diyarkirin, hatin binaxkirin. Hat diyarkirin ku 189 kes mirine. (RT/FD)