Fotograf: Jinnews
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji ber ku roja 14ê Çiriya Pêşiyê li Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê, di dema danişîna doza kuştina Denîz Poyrazê de êrîşî beşdaran û parêzeran kiribûn, giliyê cendermeyan kirine. Her du saziyan her weha ji ber helwesta wê ya di danişînê de, giliyê heyeta Dadgeha 6ê ya Cezayên Giran a Îzmîrê jî kiriye. Beriya gilînameyan pêşkêş bikin, parêzeran li pêşiya avahiya Edliyeya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Di dema daxuyaniyê de parêzeran pankarta ku li ser wê "Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nemîne" nivîsîne, vekirine. Her wiha beşdaran dirûşma "Denîz Poyraz rûmeta me ye" berz kirine.
Rêveberê OHDya Îzmîrê Ozcan Sarioglûyî metna ku hatiye amadekirin xwendiye. Li gorî nûçeya Mayê Sarioglûyî gotiye ku şandeya dadgehê di danişînên 12 û 14ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yan de rê li ber rewşeke provakatîf vekiriye û biryarên derhiqûqî dane. Sarioglûyî destnîşan kiriye ku bi rêya hêzên ewlekariyê tundkarî li beşdaran û kesên ji bo şopandina dozê hatin kirine: "Astengkirina parêzeran a ji bo danişînê, sûc e. Tevî vê yekê jî hêzên ewlekariyê bi TOMA û mertalên xwe barîkat danîn, xaza îsotê avêtin girseyê û ew derb kirin. Em vê feraseta ku derketî derveyî pergala darazê û bi awayekî fîîlî nehişt parêzer peywira xwe bi cih bînin, şermezar dikin. Me heta niha serê xwe li ber wan netewandiye û dê netewînin jî.
"Ev tundî bi rêya dadgehê hat kirin û xwestin hêzên ku tiliya wan di êrişa li dijî avahiya HDPyê de heye biparêzin. Ji ber sepanên derhiqûqî yên şandeya dadgehê, me ji Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) re gilîname şand ku şandeya dadgehê di çarçoveya tevdîran de ji peywirê dûr bixin. Her wiha me derheqê êrişa derhiqûqî ya li dijî parêzer, beşdar û kesên ji bo şopandina dozê hatin wê derê hatiye kirin jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê da û gilî kir." (EMK/FD)