Fotograf: Rojnameya Yeni Yaşamê
Piştî merasîma 40 rojiya şîngirtinê ya Jîna Amîniyê, li çendîn bajarên Rojhilatê, 16 welatiyên kurd bi guleyên hêzên emniyetê ve hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, piştî merasîma 40 rojiya şîngirtinê ya Jîna Amîniyê, li bajarên Rojhilatê xwenîşandan destpê kirine. Di dema van xwenîşandanan de bi kêmanî 16 welatî mirine. Hêzên emniyetê di dema xwenîşandanan de rastesarst gule bera xwenîşanderan dane û mirina ji sedî 88ê van kesan jî bi vî rengî bûye.
Navenda Dokûman û Îstatîstîkan a Hengawê destnîşan kiriye ku di dema xwenîşandanan de li Mahabadê 6, li Sîne 5, li Bane 3, li her yer ji Qesrî Şîrîn û Pîranşarê jî welatiyek can daye.
3 kes jin û 3 kes jî temenê wan li jêr 18an bune. Yek ji wan welatiyê Herêma Kurdistanê ye. Ev kes ji bo beşdarî merasîma xakspartina yek qurbaniyên bajarê Bane çûye wir û hêzên supay pasdaran rastesart gule bera danê û ew jî miriye.
Hêzên emniyetê bi copan li serê keçeke 16 salî xistine û ew kuştine, mêrek jî bi gaza rondikrij fetisandine û kuştine.
16 kesên ku mirine ev in
26ê Çiriya Pêşiyê ya 2022yê roja Çarşemê
Îsmaîl Mewlûdiyê ku bi navê Simko dihate naskirin, li Mabahadê bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Mûhammed Şerîetiyê ji Gundê Mûjê, niştecihê Sînê ye, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Ji bajarê Qesrî Şîrîn Afşîn Aşam, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Keywan Derwîşî, li Sineyê, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Li bajarê Sîneyê Mûhammed Litfûllahî bi geluyên hêzên emniyetî hatiye kuştin.
Îbrahîm Mîrizayî ji Gundê Dêwlan ê niştecihê Sinê, bi gaza rondikrêj hatiye kuştin.
27ê Çiriya Pêşiyê roja Pêncşemê
Kubra Şêx Seqa ji Mehabadê, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Şaho Xizirî ji Mehabadê, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Zanyar Ebûbekrî, ji Mehabadê bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Mutelîb Seîd Pîro, ji Bane, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Fereydûn Ferecî, ji Seqizê ye, li Bane bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Firîşte Ehmedî, ji Serdeştê û li bajarê Mehebadê, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Doktor Mesûd Ehmedzade, ji Mehabadê, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
Sarîna Saîdî ji Sinê ye, hêzên emniyetê bi copan li serê wê dane û ew kuştiye.
28ê Çiriya Pêşiyê roja Înê
Dastan Resûl Mûhammed Axa, ji Herêma Kurdistanê ye, ji bo beşdarî merashima binaxkirina Mûtelîb Seîdbîro çûye Bane, bi guleyên hêzên emniyetê hatiye kuştin.
29ê Çiriya Pêşiyê roja Şemiyê
Komar Derûftadeyê 16 salhi, ji Pîranşarê ye, bi guleyên hêzên emniyetê roja şemiyê birîndar bûbû, piştî wê bi rojekê can daye.
(FD)