Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Kavalayê ku di doza Geziyê de cezayê miebeta girankirî lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Sîlîvriyê daxuyaniyek derbarê 5 saliya xwe ya girtîbûnê de peyamek şandiye. Kavala hezar û 827 roj in ku girtî ye.
Kavalayî di daxuyaniya xwe de îdianameyên derbarê jî de hatine amadekirin, weke mînak dane û gotiye: “Tiştê tê famkirin, ti delîlek ku min mîna tawanbarekî nîşan bidin, nedîtine. Digel vê rastiya ku bi du biryarên beraetkirinê yên di doza Geziyê de, bi du biryarên DMMEyê û nivîsên dijber ên Serokê Dadgeha Destûrî û endamên wê derketiye holê, mi li Girtîgeha Sîlîvriyê sala xwe ya pêncan temam kir.
“Ez ji bîr nakim ku bêhiqûqî, cudakarî, helwestên stemkarane ne tenê limin dibin. Guhdarkirina çîrokên girtiyan, dîtina mirovên temenê wan ji 80ê zêdetir a li korîdoran, ji xe vê rastiyê her wextê bibîr dixe.
“Li gorî nêrîna min, di navbera girtina welatiyan a bi rengekî kêfî û mirina karkeran a di dema karkirinê de û karesatên madenan de têkiliyek heye, ev ji ber feraseta ku qiymetê nade jiyana mirovan pêk tê.
“Ez bawer dikim ku dem li welatê me normên hiqûqê serwer bibin, dê bi wê re nûkirineke ku nirxên etîk derdixe pêş bide destpêkirin.”
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.
(HA/FD)