Fotograf: Semih Özkarakaş
Haberin Kürtçesi için tıklayın
Çalakvana înterseks Heidi Walcuttê, li bajarê Bostonê, roja 26ê Çiriya Pêşiyê ya sala 1996ê, di dema civîna salane ya Akademiya Pediatriyê ya Amerîkan de di dîrokê de cara pêşiyê protestoyek li ser navê înterseksan pêk aniye.
Ji sala 2003yê û vir ve jî 26ê Çiriya Pêşiyê weke roja Hayjêhebûna Înterseksan a Cîhanî tê pîrozkirin. Bername heta 8ê Çiriya Paşiyê dewam dikin.
Kesên înterseks in, ji bo vê rojê, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi hashtaga #intersexstoriesê behsa tecrûbeyên xwe dikin.
Piştevaniya Înteran
Demek beriya niha, çalakvanên înterseks li çar aliyên Tirkiyeyê di bin navê “Piştevaniya Înteran” de xwe birêxistin kirine.
Di 21ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyeke nivîskî hatiye weşandin û tê de hatiye gotin ku “Dema em deh sal heta pênc sal berê û niha didin ba hev, em dibînin ku bi qasî me xeyal nedikir, em pêş ve çûne”:
“Em çalakvanên înterseksê yên tirkiyeyî bi bextewarî radigihînin ku xebatên xwe yên ku heta niha me bi rengekî serbixwe birêve dibir, me di bin nasnameya sazûman a Piştevaniya Interan kom kir.
“Çalakvaniya înterseksan a heta niha ji hêla komên mafparêz û yên înternetê, blogan ên weke întersexualshalala, Întersek Anatolya û Înterseks Tirkiyeyê ve dihate birêvebirin êdî bi piştgiriya Komeleya Oll Ewropa û ya 17ê Gulanê xurtir, birêkûpêktir û hêsantir dibe.”
Înterseks çi ye?Wateya tibî ya Înterseksê ew e ku, “Kesên bi endamên zayendî yên anormal jidayik bûne.” Endamên zayendî yên derve û endamên zêdebûnê yên hundir û/an dohnê heftûzkê yên înterseksan ji yên gelek mirovan cidatir in. Tenê cûreyek “laşê înterseksan” nîne, ji bilî ku civak wan “anormal” dibîne, gelek rewên cida yên zêde tiştên wan ên hevbeş nîne hene. Taybetmendiyên hevbeş ên înterseksan ne biyolojiya wan e lê tecrûbeyên wan ên tibîkirinê ne.
Rengên înterseksan tên çi wateyê?Xelekeke binevşî ya vala ku li ser zerê ye. Gelo hûn ala înterseksan a ku Rêxistina Înterseksan a Navenetewî ya Awistiralyayê di sala 2013ê de çêkiriye, dizanin? Ev al nîşana gelek varyasyonûn laşên cida yên înterseksan û yekbûna laş û giyanî ya înterseksan e. Xeleka di nava alê de nîşaneya temamiyê û yekbûnê ye, binevşî û zer jî rengên ku zayenda civakî nikare wan zayendî bike, tên bikaranîn. Çavkanî: interdayanisma.org |
(TY/FD)