Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Yekîtiya Doktorên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncanci îro destê sibehê li Stenbolê hatiye desteserkirin.
Li gorî zanyariya ku me ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) wergirtiye, polîsan Korûr-Fîncani biriye Navenda Polîsan a Îskeleyê ya li Kadikoyê. Paşê jî ji bo lêpirsînê, dê wê bibin Enqereyê.
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (AS/FD)