Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ergîn Aktaşê ku di lîsteya girtiyên nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, tevî hemû nerazîbûnan nayê berdan.
Aktaşê ku di sala 2011an de 2 caran cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, niha li Girtîgeha Tîpa Rya Metrîsê tê girtin.
Li gorî nûçeya Bêrîvan Kutlûyê ku di Ajansa Mezopotamyayê de weşîyaye, ji ber ku her du destên Aktaşî di zendê de nîne nikare pêdiviyên xwe yên şexsî pêk bîne û bi piştgiriya girtiyên li heman qawîşê jiyana xwe didomîne.
Aktaş ê ku ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê bi nexweşiya tuberkuloz ketiye û di heman demê de nexweşiya KOAH û zatureyê jî pê re heye.
Saziya Tipa Edlî (ATK) 6 caran rapor daye Engîn Aktaşî û gotiye, "Nikare li girtîgehê bi tena serê xwe bijî". Lê tevî van raporan, serbestberdana wî bi hêceta "ji bo ewlekariya civakê metirsîdar e" hatiye astengkirin.
Di serlêdanên ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî ti encam dernekiye.
Gulîzar Tuncer ku parêzera Aktaşî, aniye ziman ku rewşa tenduristiya muwekîlê wê her diçe girantir dibe.
Tahîr Aktaş: Sê salan di hucreya yek kesî de maye
Bavê Ergîn Aktaş Tahîr Aktaş, diyar kiriye ku kurê wî di pêvajoya girtinê de 12 caran sewqî girtîgehên cuda hatiye kirin û wiha gotiye: "Destên kurê min tune ye û 3 salan di hucreya yek kesî de ma. Me jê pirsî ku destên te tune, tu çawa dikare pêdiviyê xwe pêkbîne. Tiştek ji me re negot. Em jî nizanin bê ka çawa jiyana xwe didomîne.”
EMK/AY)