Fotograf: MA
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ji bo bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dane. Berdevka HDPyê Ebrû Gunayê îro li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Gunayê di dema civînê de diyar kiriye ku Bûldan û Sancarî serî li Wezareta Dadê daye:
"Li hemberî polîtîkayên şer em dixwazin çareseriyê nîqaş bikin. Em dixwazin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çawa dê bê çareserkirin nîqaş bikin. Lewma îro Hevserokên me yên Giştî Pervîn Buldan Mîthat Sancar, endamê MYK'ya me Omer Ocalan û min ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Em bangewazî dikin ku vê daxwaza me erênî bibersivînin. Em dizanin ku dema Ocalan di dewreyê de be li Tirkiyeyê hêviya çareseriyê mezin dibe. Em dixwazin cardin bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin."
Gunayê di dema civînê de bang li Wezareta Dadê kir ku bersivê bida serlêdana wan.
Bixwîne - Parêzerên Abdullah Ocalanî serî li CPTyê daye
Bixwîne - Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dane Ocalanî
Bixwîne - Hevdîtina bi Ocalanî re careke qedexe kirine
Parêzer herî dawî di 2019ê de çûne
Di 27ê Tîrmeha 2011ê de hevdîtina bi Ocalanî re hate qedexekirin. Parêzer Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan, di 7ê Tebaxa 2019ê de çûbûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtin pê re kiribûn. Mehmet Ocalan, birayê Abdûllah Ocalanî jî di 12ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê de hevdîtin kiribû.
Mehmet Ocalanî herî dawî di 3yê Adara 2020ê de hevdîtineke vekirî, di 25ê Adara 2021ê de jî hevdîtineke bi rêya telefonê kiribû lê ew jî qut bûbû.
CPT çûbû Îmraliyê
Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû ku wan di navbera 20 û 29ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye. CPT di vê serdanê de çûbû Girtîgeha Îmraliyê jî.
Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarî ji Adara 2021ê û vir ve ango 17 meh in ku destûra çûna Girava Îmraliyê nadin parêzer û malbatên Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaşî.
Di navbera 1ê Nîsan û 31ê Tebaxa 2022ê de malbatan parêzeran 40 caran, malbatan jî 21 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dane. Yek serlêdan jî nehatiye qebûlkirin. Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Hemdem di 9ê Îlonê de serî li CPTyê dabû û daxwaza serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû.
CPTyê 3yê Çiriya Pêşiyê daxuyaniyek nivîskî derbarê serdana xwe de weşandibû.
CPTyê di daxuyaniyê de diyar kiribû ku di 20-29ê Îlonê de bi armanceke taybet wan serdana Tirkiyeyê kiriye û gotibû ku wan lêkolîna binçavkirina biyaniyan, şert û mercên wan ên desteserkirin û girtinê û dersînorkirina kiriye.
CPTyê destnîşan kiribû ku ew ji bo çavdêriya şert û mercên girtîgehê çûne Girtîgeha Îmraliyê jî û di vê çarçoveyê de li ser xebatên civakî yên tên berpêşkirin û pêwendiya bi derve re hatiye sekinandin.
Alîkara Serokê 2yem a CPTyê Therese Rytterê ji nûçegîhana MAyê Gozde Çagri Ozkoseyê re diyar kiribû ku ew ê raporê di Adara 2023yê de ji Tirkiyeyê re bişînin: "Wê gavê ji bo ku Tirkiye bersivê bide, 6 meh wê dem bê dayîn û paşê jî wê CPT biryarê bide bê ka wê raporê biweşîne yan na. Em dikarin bêyî astengî li ber me derkevin xwe bigihînin her kesên ku ji azadiya wan tên mehrûmkirin."
Rytterê ji bo pirsa derbarê tenduristiya Ocalanî di zanyarî nedabû û gotibû: "Ez dikarim bibêjim ku em serdana hemû girtiyên li Tirkiyeyê dikin lê ez nikarim encaman diyar bikim. Ger rapor ji civakê re were aşkerekirin, wê ev jî bên aşkerekirin.
CPTyê herî dawî di sala 2019ê de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiribû lê rapora wê nehatibû weşandin. Rytterê ji bo vê mijarê got: "CPT biryarê nade ku wê raporeke CPTyê yan jî bersiva dewletekê bê weşandin an na, dewleta endam biryara vê dide. Divê ev ji hikûmeta tirkan bipirsin. Heta niha piraniya dewletan tevî bersiva xwe rapora CPTyê jî weşandiye. Ger dewletek hevkariyê neke yan jî qebûl neker ku rewşê li gorî pêşniyarên CPTyê baş bike, Komîte dikare biryarê bide ku vê rewşê ji civakê re aşkere bike."
Heyeta CPTyê di çarçoveya serdanê de hevdîtin bi Wezîrê Karûbarên Navxweyî Suleyman Soylû, Serokê Îdareya Koçberiyê Savaş Unlu û rayedarên payebilind ên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî (Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Fermandariya Ewlehiya Peravê) re kiriye. Her wiha heyetê bi Cîgirê Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Midûrê Giştî yê Girtîgehan û rayedarên payebilind ên Wezareta Karên Derve re jî têkildarî pêkanîna kiryarân û Girtîgeha Îmraliyê de axivine. (FD)