Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, têkildarî îdîayên ku li Herêma Kurdistanê di operasyonên leşkerî yên li dijî PKKê de çekên kîmyewî hatine bikaranîn de daxuyanî daye û bang li Meclîs û mûxalefetê kiriye.
"Ew ê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesab bidin"
Demîrtaş ku li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye:
"Parêzerên min zanyarî dan min ku li ser medyaya civakî dîmenên ku li dijî endamên PKKê çekên kîmyewî hatine bikaranîn hene. Ji bo tespîtkirina rewşê divê heyeteke serbixwe ya navneteweyî biçe herêmê lêkolînan bike. Divê şert û mercên vê yekê bên peydekirin.”
“Parlamento û muxalefet nikarin li hemberî van dîmenan bêdeng bimînin. Derbaskirina wê bi bêdengiyê pejirandina sûc e. Bikaranîna çekên kîmyewî, sedem çi dibe bila bibe, li her dera cîhanê sûceke giran e. Berpirsê eşkere yê sûcekî bi vî rengî wê desthilatdariya AKP-MHP'ê be ku di polîtîkaya şer de sînoran nas nake.
“Bila kes kêliyekê jî ji bîr neke ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û di sûcê dijî mirovahiyê de demborî tine. Kesên ku sûcekî wiha bikin, tekez wê li pêşberî dadgeriyeke serbixwe hesabê bidin.”(EMK/AY)