Fotograf: Seqiz, duh bi şev / ANHA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mafparêzan aşkere kiriye ku li eyaleta Kurdistanê ya Îranê, di dema xwenîşandanan de, bi tenê di şevekê de heft kes hatine kuştin. Her weha wan diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê di dema xwenîşandanên li tevahiya welêt de, zext û zorên mezin dikin û dibin sedema mirinan.
Rêxistinên mafparêz di daxuyaniyên xwe de diyar kirine ku li herêmên kurdan, hêzên ewlehiyê bi tundî êrîşî xwenîşandanan dikin û heta niha ji 200 kesan zêdetir mirov mirine.
Çavkaniyekî/ê li Senendecê, paytexta Kurdistana Îranê, ji Reutersê re diyar kiriye ku polîs ketine nava malan û li nava malan geriyane, gelek ciwan desteser kirine, bi sedan polîs li kolanên bajarî digerin û ev jî rewşê aloztir dike.
çavkaniyê/a ku ji ber rewşa ewlehiyê nexwestiya navê xwe aşkere bike, gotiye, “”Li gorî zanyariyên me ji Bane û Seqizê wergirtine, ji duh ve, ciwan jî di nava wan de, gelek mirov hatine desteserkirin.”
“Roja çarşemê li 10 bajarên Rojhilatê tundkarî hebû”
Rêxistina mafparêz Hengawê aşkere kiriye ku polîsan roja Çarşemê bi şev, li 10 bajarên Rojhilatê zext û zoreke mezin li xwenîşanderan kiriye.
Hengawê destnîşan kiriye ku hêzên emniyetê xwenîşander kirine hedef û gule bera wan dane. Di encamê de du kes mirine.Ye ji wan ciwanekî 18 salî bû û Hengawê fotografê wî weşandiye.
Roja Çarşemê li ser medyaya civakî vîdeoyek ji Kermanşahê hatiye weşandin ku agir li ser kolanê vêketiye û dengek dibêje, “Kermanşah dojeh e, şer e, şer.”
Hengawê gotiye ku li Kermanşahê sê hêzên emniyetê mirine û nêzîkî 40 kes jî birîndar bûne.
Hatiye destnîşan kirin ku li Mehabadê jî endamekî hêza emniyetê miriye û hejmara miriyên ji hêza emniyetê, derketiye çaran. Her weha li Senendecê xwenîşanderekî din jî bi guleya hêzên emniyetê miriye.
Di dema xwenîşandanan de gelek jin leçekên bi mecbûrî didin serê xwe, ew leçeka ku bûye sedema girtina Jîna Mahsa Amîniyê, ji serê xwe dikin, li ba dikin û dişewitînin.
Yek ji Serokên berê yên Meclîsa Îranê Elî Larîcanî, her weha şêwirmendê Xamaneyiye jî, gotiye, “Ger li welatê me ji sedî 50yê jinan serê xwe bi temamê nagirin, wê gavê divê polîs destwardanê neke.” Laricaniyî bi rojnameya Ittilatê re axiviye û diyar kiriye ku “Pirsa li vir ev e: Divê hikûmet midaxeleyê li van mijaran neke.”
(AEK/FD)