Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 24emîn salvegera "komploya li dijî Abdullah Ocalan, Serokê PKKê" li gelek bajaran çalaki hatine lidarxistin û polîsan bi awayek tûnd midaxeleyî wan çalakiyan kirine.
Di meşên ku li Amed, Wan, Stenbol, Riha, Mêrdîn, Îzmîr û Colemêrgê pêk hatiye de polîsan êrîşî girseyan kiriye. Parlamenterên HDPê, rêveberên partiye yên bajar, jin û rojnameger jî di nav de 139 kes hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li meşa Rihayê Omer Kistak, Hatîce Goktepe û Îbrahîm Damdan bi derbkirinê hatine desteserkirin. Her weha welatiyê bi navê Serhat Uka jî piştî meşê hatiye desteserkirin.
Li Wanê 55 kes hatine desteserkirin
Di çalakiya li Îzmîrê de Hevserokên HDPa Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û welatiyekî navê wî nehatiye zanîn, hatine desteserkirin.
Di encama êrişa polîsan a li dijî çalakiya li Wanê de rêveberên HDPê jî di nav de herî kêm 55 kes hatine desteserkirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê polîsan bi tûndî êrişî çalakvanan kiriye. Di encama êrişa polîsan de Parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk birîndar bûye. Her wiha Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mazlûm Engîndenîz, Nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver jî di nav de herî kêm 20 kes hatine desteserkirin.
Li Amedê 31 kes hatine desteserkirin
Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Birêxistinkirinê Berpirsyar a HDPê Ozlem Gunduz, endamên PMa HDPê Beybûn Aslan û Racî Bîlîcî, Hevserokê DBPa Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên HDPa Amedê Gulistan Atasoy û Zeyat Ceylan, Cîgirê Hevserokê HDPa Amedê Mervan Yildiz, Emîne Înan, Şadiye Hayme, Hevseroka MEBYA-DERê Meryem Soylu, Fîgen Ektî, Mehmet Zekî Bagcik, Halîl Memîş, Mîthat Altaç, Mehmet Alî Altinkaynak, Husnu Aslan, Mehmet Şîrîn Gurbuz, Mehmet Asana, Sedat Yîgît, Mûrat Çoban, Şîrîn Şehîr, Mehmet Oruç, Muharrem Bulat, Meryem Yildiz û kesên bi navên Meryem, Leyla, Hebûn, Sumeyye, Beytocan, Abîdîn û Vedat ku paşnavên wan nehatin zanîn jî di nav de herî kêm 31 kes di êrişa polîsan a li Amedê de hatine desteserkirin.
Di êrişên polîsan ên li dijî çalakiyên li Kolana Îstîklalê û navçeyên Kadikoy û Esenyurtê de Hevberdevka HDKê Esengul Demîr û nûçegihanên MAyê Esra Solîn Dal û Omer Îbrahîmoglû jî di nav de herî kêm 26 kes hatine desteserkirin.(RT/AY)