Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Duh êvarê (5ê Çiriya Pêşiyê) li peravên Yewnanistanê du belemên penaberan bin av bûne û di encamê de herî kêm 15 kes mirine.
Li gorî nûçeya malpera Ekathimerini ya Yewnanîstanê, rayedarên Ewlehiya Peravan ragihandine ku li girava Mîdîllî (Lesvos) li rojhilatê wî welatî ye belema ku nêzî 40 penaber têde bûne binav bûye û 15 kes mirine. 5 kesên ku di belemê de bûne ji aliyê ekîban ve hatine rizgarkirin.
Piştre, li girava Çûha (Kythira) ku li rojavayê Mîdîllîyê ye , belema ku nêzî 100 penaber tê de bûne, li zinara qelibî û binav bûye.
Derbarê bûyera duyemîn de jî rayedaran diyar kirine ku 30 kes ji belema ku li nêzî bendera gundê Diakoftî ya ku li rojhilatê giravê ye li zinaran ketibû û bin av bûbû, hatin rizgarkirin.
(SD/AY)