Fotograf: Malpera Parlamentoya Yekîtiye Ewropayê
Parlamentera Swêdî Abîr Sehlaniyê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Mahsa Amîniyê, li ser kursiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê (YE) çalakiyek li dar xistiye.
Li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê îro danişîneke taybet ji bo xwenîşandanên li Îranê pêk hatiye.
Parlamentera Swêdî Abîr Sehlaniyê di dema civînê de axiviye û bal kişandiye ser xwenîşandanên li Îranê.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Abîr Sehlaniyê piştgirî daye çalakiyên jinên li Îranê û Rojhilatê û gotiye: “Li Îranê jinên kurd, fars, azerî ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin, amade ne ku canê xwe bidin. Divê Neteweyên Yekgirtî di vê mijarê de bêdeng nemîne û li dijî vê yekê helwestê nîşan bide. Nexwe dê zextên li ser jinan zêdetir bibin.”
Abîr Sehlaniyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kiriye ku heya jinên îranî azadiya xwe bi dest bixin ew ê li cem wan be û bi dirûşma “Jin jiyan azadî”yê porê xwe jê kiriye. (FD)