Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Artêşa Pasdaran a Îranê duh (4ê Çiriya Pêşiyê) bi topan û bi balafirên bêmirov êrîşî nava xaka Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê ya ku ji ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihandiye, yekîneyên Artêşa Pasdaran, top avêtine herêma Sîdekan, Helgurd û Berbizinê. Her weha balafirên bêmirov Muhacir-6ên jî êrîş pêk anîne.
NYyê daxuyaniyek weşandiye
Seroka Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekgirtî yê li Iraqê (UNAMI) Jeanine Hennis-Plasschaert, ji bo êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê gotiye, ji bo herêmê bûye “rewşeke nû ya normal” û xwestiye êriş bidawî bibin.
Çi bûbû?
Artêşa Pasdarên Îranê sibeha 28ê Îlonê baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î), Civaka Zehmetkêşên Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komele) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê kiribû armanc.
Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihandibû ku di encama êrîşan de 9 kes mirine û 32 kes jî birîndar bûne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de gotibû, "Em bi tundî binpêkirina xak û serweriya Herêma Kurdistanê bi êrîşên mûşekî re bi tundî şermezar dikin" û daxwaz kiribû ku binpêkirinên bi vî rengî bên rawestandin. (SD/FD)