Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malbatên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di roja 322emîn a Nobeta Edaletê ya Amedê de li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê daxuyanî dane.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûne.
“Em li gel yên ku pirsgirêkê çareser dikin e”
Herdem Mervanî, yek ji xizmê girtiyê nexweş e di çalakiyê de axiviye û gotiye, “Em daxwazên xwe dûbare dikin. Em niha di heftiyeke pir girîng de ne. Em dixwazin ku vê demê û vê heftiyê çi dikeve ser milê kê, kî dikare çi bike bila bike. Bi taybetî jî partiyên siyasî bila bersiveke zelal bidin me.”
“Rewşa girtiyan bi rastî jî ne başe. Me gelek anî ser ziman lê belê ez bawer im me xwe baş neda femkirin. Êdî em nikarin tenê bi gotinan rewşa girtiyan bînin ser ziman. Ji ber wê yekê êdî bar li ser milê Enqereyê ye, li ser partiyên siyasî ye û li ser Wezîrê Dadê ye. Bila zûtir xwedî xwestekên me derbikevin û bersivek erênî bidin me. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe û êdî nikare werin tedavî kirin û tû feydeya berdanê jî namîne. Partiyên siyasî, êdî bar li ser milên we ye. Ne bi gotinên vala, ne bi rojevên vala û ne bi bertekên vala ku hûn rojeva xwe tije bikin xwestekên me paş ve bihêlin. Wezirê Dadê û partiyên siyasî em wek malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin em bang li we dikin û pêwîste hûn jî li ber kêleka me bin. Kesê ku hetanî niha piştgirî ya me kirî mala wan ava be û spasiya wan dikim.”
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)