Fotograf: Evrim Kepenek / bianet
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Jinên tirkiyeyî û îranî, ji bo Jîna Mahsa Amîniya polîsên Îranê ew kuştibûn, li Kadikoya Stenbolê kom bûn. Li Enqereyê polîsan midaxele li jinan kiriye. Komek jin desteser kirine.
"Polîsên exlaqperest" bi sedema ku "ne li gorî rêzikên sergirêdanê tevdigere" hatibû kuştin.
Jin li ber Îskeleya Emînonuyê ya li Kadikoyê civiyan. Di destê jinan de fotografên Jîna Mahsa Amîniyê hebûn.
Di çalakiyê de polîsan jin dorpêç kirin û jinan gelek caran sloganên "Em dewleta Îslamî naxwazin, em komara Îslamî naxwazin", "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Di dema çalakiyê de jinan laçik şewitandin û alên keskeser û LGBT vekirin.
Delal Erol û Dîlek Başalanê daxuyaniya ku hatiye amadekirin xwendiye.
Beşek ji daxuyaniyê wiha ye:
"Qetilkirina Mahsayê li hemû cîhanê bû sedema hêrsa jinan a li dijî tundkariya dewleta mêran têkoşînê dike. Ji ber ku em dizanin, heman serweriya mêran, heman tundkariya mêran li me tê kirin!
"Heman xweferzkirinên rejîma Îranê, xweferzkirinên exlaqî li dijî me pêk tên. Çi li Îranê be çi li Tirkiyeyê be, mêr bi xwe wê xeleka tundkariyê di jiyana me de birêxistin dikin.
"Îran ne gelekî dûrî me ye. Li Tirkiyeyê jî di şevekê de Peymana Stenbolê betal kirin, bi destên kayûman gelek saziyên jinan bêfonksiyon kirin. Bi propagandayên olî LGBTI+yan dikin hedef û di nava gel de gotinên nefretkirinê belav dikin.
"Hêza me jinan heye ku vî exlaqê li me ferz dikin, vê malbata ku dixwazin me tê de zindanî bikin, vê bêewlehiya ku dixwazin me mecbûrî wê bikin, vê tundkariya mêran a ku li me dikin, serobino bikin. Îro li Îranê, sibê li her deverê; em ê cîhanê bihejînin."
Li Enqereyê komek jin desteser kirine
Li Enqereyê, jin bi bangewaziya Platforma Jinan a Enqereyê civiyane. Lê polîsan destûr nedane wan.
Jinên ku li ser kolana Sakaryayê ya li Kizilayê civiyane, xwestine civîneke çapemeniyê li vir li dar bixin. Polîsan midaxele li jinan kirine.
Di dema midaxeleya polîsan de, gelek jin desteser bûne. Di vê demê de, polîsan hin jin bi erdê ve xijiqandine û ew birine wesayîtên desteserkirinê.
Polîsan gelek caran rojnameger jî hişyar kirine da ku ji cihê çalakiyê dûr bikevin. Ji bo rojnameger dîmenan negirin, mertalên xwe bilind kirine û barîkat çêkirine.
Di saetên dereng ê şevê de ji 9 jinên desteserkirî, 5 jin serbest bûne. 4 jin hîna desteserkirî ne. (EMK/RT/FD)